Li Qamişlo pêşangeha zarokên Efrînê

Zarokên Efrînê bi wêneyên ku li Qamişloyê pêşan dan têkoşîn û berxwedanê vegotin.

Qamişlo - Li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Komeleya Efrîn a Civakî bi hevkariya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê hate vekirin ku di pêşangehê de 100 tabloyên cur be cur cih girtin. Zarokan di wêneyên xwe de êrîşên dewleta tirk li dijî Efrînê, birîndarî, pakrewan, wêraniya Efrînê, cil û bergen Efrîn, dar û zeytûnên afrînê di tabloyê de hebûn.

Herêma Efrînê di 20’ê Çileya 2018’an de rastî êrîşên dewleta tirk hat ku gel li hember hemû cureyên êrîşan 58 rojan li ber xwe da. Piştî Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve hate dagirkirin, gel neçar ma ku koçberî Şehbayê bibin. Ev pênç sal in gelê Efrînê bi banga têkoşînê berxwedanek bi rûmet raber dikin.

‘Tabloyan de hestên êşê hatiye xêzkirin’

Têkildarî pêşangehê Endama Komeleya Efrîn a Civakî Mûne Brahîm wiha nêrîn da: “Ev sê rojin pêşangeh vebûye. Nêzî 100 tablo di vê pêşangehê de hatiye pêşendan ku 15 zarokên Efrîn û Şehbayê van wêneyan xêz kirine. Tablo êş, azarî, koçberî û qetîlkirina zarokan, êrîşên dewleta tirk ku li dijî Efrînê pêk hatine parve kirine. Ev tablo bi hêstên êşê hatine xêzkirin. Armanca me ji vê pêşangehê ewe ku em alîkariya wan zarokan bikin. Di van demên dawî de ji ber ambargoya ku li Şehbayê pêk hatiye gel û zarok zehmetiyên mezin dijîn, heta ji ber sermayê zarok jiyana xwe jî ji dest dan. Loma me xwest bi vê pêşangehê alîkariya koçberên Efrînê bikin. Gelek kes serdanê pêşangehê bûn û alîkariya xwe ji zarokên Efrîn û Şehbayê re pêşkêş kirin. Ev pêşangeh herkesî tesîrkir, ji ber rastiya ku hatiye jiyîn hatine xêz kirin. Mirov dikarê di mêzekirina her tabloyekî de romanek binivîsîne.”

Mûne Brahîm bal kişand xêzkirina wêneyan ji aliyê zarokên Efrîn û Şehbayê û wiha got: “Xwezaya zarokan ewe ku divê di van temenan de biçin dibistanan bixwînin û xeyala cîhanê xwe xêz bikin, lê mixabin îro zarokên Şehba û Efrînê şer, koçberî, hezkirina xwe ji zeytûn û axa xwe re xêz dikin. Her wiha gelek zarokên Efrînê li Şehbayê di encama êrîşên dewleta tirk ên topan de yan jiyana xwe ji dest didin yan jî perçeyek ji canê xwe didin. Me xwest tabloyên ku zarokên koçber ên Efrînê xêz kirine di pêşangehê de raber bikin û di her alî de em alîkariya wan bikin. Zarok nedikarîn werin vir û tabloyên xwe bidin naskirin, ji ber hatin û çûndin di bin zirûfên ambargoyê de zehmete, loma îro em cihê wan tabloyên wan didin naskirin. Her taployek êşek veşartî têde heye.”

‘Gel bi hêviya vegera Efrînê dijîn’

Mûne Brahîm balkişand li ser êrîşên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertinên demografîk ên ku di herêma Efrînê de pêk aniye û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk li Efrînê hemû cihên dîrokî û şûnwarên heyî xirabkirin û bi vê yekê re xwestin guhertina demografîk çêbike. Bi hezaran koçber aniye û li Efrînê bi cih kirine. Loma armanca vê tabloyan ew e ku dagirkeriya tirkiyê raberî hemû cîhanê bikin. Îro darên zeytûnê ku bi hezaran salan hatine çandin, ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve tên qutkirin, ev yek êşek mezin dixe dilê Efrîniyan de. Hêvî û daxwaza me ewe ku dê rojek Efrîn vegerê û gel derbasî warên xwe bibin. Em hemû cîhanê berpirsiyar dibînin ku bila rewşa koçberan bibînin. Heta niha jî dewleta tirk bê ser û ber êrîşî Şehbayê dike û dewleta tirk her roj top davêje û di encamê de zarok jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî jî dê hêviya gelê Efrînê qut nebe û dê rojek biçin Efrînê, heta niha jî gel li ser piyanin û berxwedana xwe dom dikin.”