Li Idlibê tevn bi destan tên çêkirin

Tevnên ku bi destan tên çêkirin, pîşeyek ji nifşên berê ye li Idlibê. Ji bo kesên dixwazin kelepûra pîr û kalên xwe vejîninin derfet e û ji bo jinên hewcedar pîşeyek baş e.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib – Li Idlib a di bin dagirkeriya komên çete yên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk de ye jin rojane rastî pêkutî û zextan tên, di warê aborî de jî zehmetiyên mezin dikşînin. Jinên tevna destan hewl didin çanda xwe ya kevnar biparêzin di heman demê de ji xwe re weke riyek pêk anîna dahata xwe dibînin.

 Şevên zivistanê bi çêkirina tevnan derbas dike

Hena El Tuma ya 33 salî ji bajarokê Tilminis ê gundewarê bakurî Idlibê ye û penaberê kampeke li bajarokê Qah li bakurî Idlibê bûye, dibêje ku ew bi pîşeya kelepurî ddahata xwe dike û li 3 zarokên xwe dinihêre wiha didomîne: “Piştî mirina bavê wan ez li wan dinêrim her wiha di şevên zivistanê yên sar û dirêj de jî dema xwe bi vî karî didomînim. Ji zarokatiya xwe ve ez fêrî vê pîşeyê bûme, piştî mirina hevjînê min di şer de min ji xwe re kir kar ji bo zarokên xwe xwedî bikim. Ev kar pêwîstî bi sebir û şarezahiyê heye, ji ber ku şaşîtiyek di kêlek de hebe, tevin xirab dike û ez vedigerim ji nû ve çêdikim, ked û demên dirêj pêwîst dike.”

Bi cilên kevin şal kum mefreş cilan ji bo pêlîstokên zarokan çêdike

Salma El-Adawî ya 42 salî ku ji bajarê Xan Şêxûn penaberî bajarê Idlibê bûye, dibêje ku ew hiriya nû nakire ji ber ku buhayê wê zêde bûye, destnîşan dike ku ji dikanên cilên destên kevn cilên rîs dikire û ji nû ve bi kar tîne. Salma El-Adawî wiha dibêje: “Ez cilan, şal, kumên rîs, mefreşan, cilên pêlîstokên zarokan ên cuda çêdikim, ez modêlên nû li ser torên dîjîtal hîn dibim û berhemên xwe jî li wir didim nasîn. Hêviya min ew e ku ez navendek rêsandina hiriyê û çêkirina tevn û cil û bergan vekim da ku jinên xwedî malbat bikaribin kar bikin û ji bo kesên dixwazin fêr bibin em perwerde bikin.”

Hem karê çandiniyê dike hem jî rîs dirêse

Merwa El Sed a 51 salî jî ji gundê Ain Şêb e, di karê çandiniyê de dixebite lê rîs jî dirêse, ew jî dahatek e pê alîkariya malbata xwe dike û pêdiviyên jiyana xwe bi cih tîne.

Der barê pêvajoyên amadekirina hiriyê û çêkirina xaliyan de Marwa El Sed wiha dibêje: “Berê me bi birîna hiriya pez dest pê dikir, ew jî salê carekê bû. Piştre me ew hirî dişûşt, vedikir ji hev diqetand li ser destan dihonand me dikir dezî û bi rengên cuda boyax dikir. Piştre diçûn makîneya lûlê amûra darîn çêkirina destan e. Li wir dest bi çêkirina tevn dibe. Destpêkê deziyên hirî yên rengîn li ser mekokê tê gerandin, piştre di ser makîneya lûlê ya darîn re derbas dibe li ser lûleyê deziyên sibî dirêj hene, bi şehê lûleyê bi destên bi hêz lêdidin, wan deziyan wekhev bêyî tu valahiyan bi hev dixin. Niha deziyê hirî çêkirî ji me re tên. Dem û ked jî kurt dibe, hezkiriyên tevna destan gelek in. Tevî ku tevna çêkirî bi rengên cuda û lez jî hene lê her tişt li cihê xwe ye. Di tevna destan de şarezahî, hunera estetîk a balkêş bi riya şeklên dubarekirî û rengên reş tayê rengên vekirî xuya dibe. Tê de huner û kêrhatiya berhemên bi destan çêdibin diyar dibe.”