Li Hesekê ji bo Roja Şehîdên Enternasyonal wê lîstika Prometheûs bê lîstin
Bi boneya 24’ê Adarê Roja Şehîdên Enternasyonal wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîstika Prometheûs bê lîstin.
Navenda Nûçeyan- Bi boneya 24'ê Adarê Roja Şehîdên Enternasyonal wê li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin. Ji bo bîranîna Elefterîa Hambî wê lîstika şanoyê ya bi navê 'Prometheûs' bê pêşkêşkirin. Lîstik ji aliyê Şanoya Çiya û Koordînasyona Karên Enternasyonal ve hat amadekirin û Ekîn Ronî derhêneriyê jê re dike.
Lîstika ku di sedsala 5’an a Beriya Zayînê de ji aliyê Aîskhylos ve hat nivîsandin, qala trajediyeke polîtîk dike. Lîstika ku bi keda hevpar a şoreşgerên enternasyonal û şanogerên Rojavayî tê pêşkêşkirin, bi qedexekirina bikaranîna agir ji aliyê Zeûs ve dest pê dike û qala wê yekê dike ku Prometheûs ji bo mirovahiyê agir didize.
Lîstika Prometheûs wê bi muzîka Çar Demsal a Vîvaldî bê nîşandan û bi qasî muzîkên xwe her wiha bi dansên xwe yên di fînalê de jî wê gelekî balê bikşîne. Şano wê di 24'ê Adarê de bê pêşkêşkirin. Di 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê û salvegera 20'an a şehadeta şanogerê şoreşger Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) wê li Qamişloyê bê nîşandan.
Elefterîa bû milîtanek pêşeng
Elefterîa Hambî ku li Elmanyayê ji dayik bû, li ber tîrêjên felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevli nava refên têkoşîna azadiyê bû, li hemberî êrişên piralî yên sîstema kapîtalîst weke şoreşgereke enternasyonal berê xwe da Kurdistanê û tevlî nava refên PKK'ê bû. Elefterîa ruhê gerdûnî û enternasyonal ê PKK'ê di demeke kurt de pejirand, bû yek ji milîtanên pêşeng şoreşger ên enternasyonal. Elefterîa ku fikrên sosyalîst û tevgerên ekolojîk di ciwantiyê de bala wê kişandin, têkoşîna mezin a gelê Kurd a li çar aliyên cîhanê bi baldarî şopand, ket nava lêgerîna azadiyê û bala wê çû ser îdeolojiya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê, li çiyayên Kurdistanê jî li hemberî êrişên dewleta Tirk bi bez ber bi jiyana azad ve meşiya, li Kurdistanê ku dilê Rojhilata Navîn e weke gerîlayeke nemir heta nefesa xwe ya dawî bi hişmendiyeke mezin şer kir. Elefterîa li nava refên PKK'ê ji bo bibe bersiveke bi wate îradeyeke xurt nîşan da û weke milîtaneke YJA Starê wezîfeyên xwe yên pêşengiyê bi cih anî.