Li Dîlokê du jin di bin çavan de rastî lêgerîna tazî hatin

Li Dîlokê di serdegirtina malan de Mihrîban Aslan û Hatîce Ozaslan hatibûn binçavkirin, herdu jinên ku hatin binçavkirin rastî ferzkirina lêgerîna tazî hatin.

Navenda Nûçeyan- Duh di danê êvarê de polîsan li Dîlokê bi ser malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de girtin. Di encama serdegirtina malan de Mihrîban Aslan û Hatîce Ozaslan hatin binçavkirin.

Di dema serdegirtina malan de dest danîn ser çend hejmarên rojnameya Atilimê. Herdu jinên ku hatine binçavkirin birin Şaxa TEM’a Dîlokê. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Hat hînbûn ku parêzerên wan diyar kirine ku lêgerîna tazî li ser wan hatiye ferzkirin