Li ber siya dagirkeriyê dev ji hezkirina xwe ya kemanê berneda

Romîna Sîdo ya 20 salî ku ji Efrînê ye û piştî ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirina Efrînê tevî malbata xwe koçî Şehbayê bû, bi keman xwe û hûnera xwe hestên xwe yê bêrîkirina Efrînê vedibêje.

RAPARÎN BEKIR

Şehba – Romîna Sîdo ya 20 salî yek ji jinên ciwan a Efrînê ye ku di temenê xwe yê ciwan de bû şahida êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser Efrînê da destpêkirin. Romîda Sîdo niha di xebatên Hîlala Zêrîn de bi çand û hûnerê têdikoşe, piştî 2018’an ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk neçar ma tevî malbata xwe koçî Şehbayê bibe, bi hûnera xwe û kemana ku lê dide bêrîkirinên xwe yê li hemberî Efrînê vedibêje.

Romîda Sîdo der barê xerbatên xwe yê çand û hûnerê de wiha dibêje: “Di zaroktiya xwe de li navçeya Cindirêsê li kantona Efrînê ya dagir ketî ez tevlî komên zarokan dibûm, mamosteyê me ji bo kêrhatiyên me bişopîne û em xwe îsbat bikin em birin enstutiya çandê li Efrînê.”

Ji ber êriş û bombebaranan nekarî perwerdeya xwe bidomîne

Romîda Sîdo anî ziman ku piştî ketina nav  xebatên çandê ew xwestiye li kemanê bide û wiha domand: “Derdorî salek û nîvekê ez li enstutiya muzîkê li Efrînê perwerde dibûm, ew dem derfet çêne bû ku pispor bim. Ji ber bombebarana dewleta Tirk û çeteyên wê em penaberî kantona Şehba bûn min nikarî perwerdeya xwe bidomanda.”

Destpêkek nû

Romîda Sîdo ya mîna bi hezaran ciwan rastiya êriş û dagirkeriya li ser cih û warên xwe dibîne, li ser pêvajoya penaberiyê jî wiha got: “Penabertî ji bo me ne hêsan bû lê li pêş vîna me nebû astengî, me kêrhatî û çanda xwe parast. Lewra komek keçên ciwan ên min li Efrînê nasdikin û yên nava gundê ez tê de dimînim kom avakir û me bi hev re li kemanê dida.”

Romîda Sîdo anî ziman ku bi hatina wan a Şehbayê re ji ber nebûna mamosteyên muzîkê rastî hîn astengiyan hatine, lê piştî ku koma wan hat avakirin êdî van astengiyan jî ew bi xwe derbaskirine.

‘Hêvî veger e’

Romîda Sîdo ya bi avakirina Hîlala Zerîn re êdî destpê dike ku kemanê fêr bike wiha got: “Ez nikarim bêjim ez pir profesyonel im lê her tiştê ez dizanim ez fêrî kesên dîtir dikim. Dema ew derdikevê ser dikê li şahiyan û şevbihûrkên hunerî moraleke zêde ji gel werdigire bi vîneke hêzdartir berdewam dike.”

Di dawiya axaftina xwe de Romîna Sîdo hêviya xwe ji bo rizgariya Efrînê û vegera Efrînê tîne ziman ji bo bibe mamoste û orkestra taybet a jin veke û enstutiya muzîkê ji bo zarokan jî veke.