Li Şehbayê perwerdeya şanogertiyê hate destpêkirin

Komîna Şano ya Tevgera Çand û Huner Efrîn-Şehba, ji bo xurtkirina kesayetên şanogeran li Şehbayê perwerde dan destpêkirin jinên ciwan ku di perwerdê de cîh digrin gotin ku ew xwe teslîmî derfet û astengiyan nakin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Komîna Şano ya Tevgera Çand û Huner a Efrîn-Şehba, bi armanca xurtkirina qada şano û kesayetên şongeran li kantona Şehba ya di rewşa koçberiyê de, perwerdeyek da destpêkirin û kesên xwedî pîşêya şanogertiyê komkirin. Ev perwerde 16'ê Tîrmehê ve dest pê kir û dê mehekê bi dayîna waneyên dîtbarî û teorî li ser kesayetên şanogertiyê bê berdewamkirin. Di perwerdeyê de 23 kes ji temenên cuda li hev civiyan. Der barê armanca perwerdeyê rêvebera Komîna Şano Efrîn-Şehba û endamên ku beşdarî perwerdeyê bûne nêrînên xwe anîn ziman.

‘Armanca me bawerî di kesayeta şanoger de ava bikin’

Rêvebera Komîna Şano herêma Efrîn-Şehba Rûmet Beko qala vekirina perwerdeya şanoyê kir û armancên xwe anî ziman û wiha got: "Armanca me ji vekirina perwerdeyê ew bû ku di di kesayetan de baweriya şanogeriyê ava bikin. Tiştê bingehîn ji bo şano baweriya bi kesayet gelek girîng e. Ji ber em di rewşek koçberî û dorpêçiyê de dijîn em gelek astengiyê jiyanî dibînin her wiha endamên me gelek in û dixwazin derbasî perwerdeyê bibin lê ji ber pirsgirêk di milî çûn û hatin di nava deverên Şehbayê de derdikeve dibe bend ji me re. Lê li gor derfetên dest me de me xwest şanogerên xwe kom bikin û wan perwerde bikin. Bi taybet bi betlaneyên dibistanê de me perwerdeyên xwe vekir ji bo demên wan vala derbas nebin û bi şanogeriyê re mijûl bibin. Daxwaza me ku şano ji zarokan dest pê bikin ji ber ew pêşerojên me ne. Di perwerdeyê de ji temenê 12 salî heya 20 saliyê li hev civiyan e û perwerdeyên xwe dibînin."

‘Em xwe teslîmî derfet û astengiyan nakin’

Rûmet Beko di dawiya gotinên xwe de behsa rola jin di perwerdeyê de kir, her wiha waneyên ku tên dîtin ji bo perwerdeyê bi lêv kir û wiha vegot: "Me xwest hejmar û rola jin di perwerdeyê de zêdetir bin lê ji ber pirsgirêka dûrbûna rê û tunebûna mazotê hinek kêm man. Ruxmî vê yekê jî endamên ji navçeyên Şêrewa derbasî Şehbayê dibin ew jî rojê nêzî 2 saetan li ser rêyan dimînin ji ber dûr e, lê dîsa dev ji perwerdeya xwe berandin. Ev jî hezkirina wan ji şano re derdixîne pêş, em jî bi vê yekê gelek kêfxweş in. Wê mehekê ev perwerde bê dewamkirin. Di perwerdeyê de destpêkê waneyên dîtbarî tên şirovekirin û dayîn û piştre wê waneyên teorî bên dayîn ta ku di pêşkêşkirina şanoyan de endam xortir bin. Di perwerdeyê de em hewil didin hevsengiyekê di kesayetên şanogeran de ava bikin. Roja dawî ji perwerdeyê jî wê bi pêşkêşkirina du şanoyan bi zimanê Erebî û Kurdî dawî bibe. Li gorî derfetên destên me de em hewil didin kesayetên şanogertiyê li Şehbayê ava bikin."

‘Şanogertî afrînera jiyanê ye’

Şanoger Jiyan Erselen 16 salî ku beşdarî perwerdeyê bûye ji bo xurtkirina kesayeta xwe di warê pêşkêşkirina şanoyan de wiha hestên xwe bi lêv kir: "Bi xwesteka xwe derbasî perwerdeya şano bûm, ji ber derfeteke ji me re ye ku kesayetên xwe di warê şanogertiyê de xurt bikin. Me gelek caran şano pêşkêş dikir lê agahiyên berfireh li cem me tunebûn ev perwerde jî ji bo me gavek baş bû. Di perwerdeyan de mirov fêrî her tiştê dibe û zanebûna xwe berfirehtir dike. Demê mirovek bi perwerdekirî li beramberî milet derkeve ser dikê bawerî di kesayeta wî de ava dibe û wê bikaribe êşa gelê xwe bi rêya şanoyan pêşkêşî cîhanê bike. Di rewşa koçberî û tunebûnê de em hewil didin xwe pêş bixin û em şanoger li kuderê dibin bila bibin em afirîner bin."