Kovara Jineolojiyê bi dosyaya 'Rojhilat' di weşanê de ye

Kovara Jineolojiyê bi dosyaya “Rojhilat” a ku têkoşîna jinên Kurd li çar parçeyan bi felsefeya “Jin jiyan azadî” vedibêje, bi xwendevanan re hat cem hev.

Navenda Nûçeyan - Kovara Jineolojiyê hejmara xwe ya 28’an bi mijara dosyaya "ROJHILAT" derket. Ev hejmara kovarê ku serhildana "Jin Jiyan Azadî" û felsefeya wê ya sereke dinirxîne, ji bo Jîna Emînî û Nagihan Akarsel hatiye veqetandin.

Têkildarî hejmara 28’an a kovarê, hejmara me ya 28’an a ku yekemîn rêzenivîsa ku me li ser mijara jinê di rastiya Kurdistanê de veqetandiye “Ji Rojhilat heta Rojava, ji Başûr heta Bakur” bi dosyaya “Rojhilat” derket. Deng û gotinên jinên Rojhilat vê hejmarê pêk tîne, ku yekem rêze rêzenivîsa ku em vedibêjin çavkaniya afirîner a bilindbûna dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û rastiya jinên vê jêderê, ango jinên Kurdistanê. Em dosyaya xwe diyarî bîranîna Jîna Emînî ya ku bûye sembola berxwedana ku veguherî şoreşa jinê û Nagihan Akarsel a Jineolojiyê weke zanista vê şoreşê temsîl dike, dikin.

 Gotar û sernavên di dosyaya "ROJHILAT" a kovarê de wiha ne:

 “* Analîzek li ser rewşa dîrokî, civakî û çandî ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê / Evîn Zîlan

 * Bandora baviksalarî û modernîzmê li ser jinan / Roşîn Osman

 * Meşa hezar salan li ser riyên azadiyê / Xune Anûş

 * Nêrînek li tundiya zayendî, destavêtin û berxwedana jinan a li girtîgehên Îranê / Pune Ashtiani

 * Rêbazên cezakirinê di dîroka Îranê de / Herekol Celaliyan

 * Çepê Îranî û şoreşa Jin, Jiyan, Azadî: Lîstikvanên nedîtbar / Amtap Mahbûd

 * Azadiya ji bindestiyê: Li ser siyaseta înkar û îmhayê / Hîro Xusrewî

 * Anatomiya siyasî ya bedena jinê di şoreşa Jinê de / Beyan Ezîzî

 * Tevlîbûna jinan di tevgera Îranê de / Peyman Walî

 * Bêguman em ê bi ser bikevin ji ber ku berxwedan jiyan e

 * Çîroka jiyana Kwêstan Davûdî / Necîbe Qeredaxî

 * Hevpeyvîn: Têkoşîna ku li ser bingeha hêza xwe gerdûnî dibe / Çimen Aras”