Kovara Jin bi sernavê 'Tecrîd heye, binpêkirina mafan e' ket weşanê

Hejmara 19'an a Kovara Web ya Jinê bi sernavê "Tecrîd heye, binpêkirina mafan e" gihîşt xwendavên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 19’an  Kovara web ya Jinê ku her roja yekşemê derdikeve, bi dosyaya “Tecrîd heye, binpêkirina mafan e” derket. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) ya girtî Leyla Guven jî got, "Me digot qey Yanardag gotiye tecrîd heye, lê montaj bû." Di gotara xwe de anî ziman ku bidawîkirina tecrîdê ji bo hemû civakê pêwîst e.

Gotara Gordyaen Benyamin Jermayî ya bi sernavê “Jiyana kolberên jinên Kurd ên 'bê têkçûn” balê dikişîne ser şert û mercên zehmet ên jiyana kolberên jin. Semîha Arî û Hulusî Osmanağaoglu jî di gotarên xwe yên bi navê “Neolîberalîzm, dewlet, femînîzm û LGBTI+yî” de bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûneke berdewam û yekgirtî.

Her wiha di vê hejmarê de Handan Coşkun bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Abîdeyek li ezmên tê çêkirin” behsa Pirtûkxaneya Madîmakê ya bi dîjîtal û xebatkarên wê dike.

Jimara nû dikare li ser http://jindergi.com/home/ were peyda kirin .