Kovara Jin bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket

Kovara Jin a heftane tê amadekirin di hêjmara 23’an de komkujiya Şengalê girt dest û bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jin ya ku her hefte roja yekşemê tê weşandin, bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Divê hêjmarê de mîjarên weke şîna komkdajiya Êzidiyan, ji zagona kurtajê heya ne pêçana birinên erdhejê, ji Ezidiyên Efrînê heta tevgerên Femînîst gelek mijar hatin destgirtin.

Di hêjmara nû de Aylîn Karakaş di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Tiştên li qada mubahê man: Jin’ de balê dikişîne ser rewşa ‘mubah’ a ku desthilatdar û diyanet hewl dide biafirîne. Hulya Osmanagaoglu jî di nivîsa xwe ya ‘Tevgera femînîst kampanya û kampanyaya kurtajê’ de bale dikşîne ser polîtîkayên kurtajê yên desthilatê û hewldana ku tenê rola dayiktiyê bo jinê bihêle disekine.

Birînên erdhejê nehat pêçan

Cardin Handan Coşkun jî di nivîsa ‘Birînên erdhejê nehatin pêçandin’ de analîzên di rapora ji hêla Piştevaniya Femînîst a ji bo Karesatê hatiye amadekirin û dibêje ku hêj birînên erdhejê nehatine dermankirin.

Sernivîsên ku di hêjmara nû de wiha ne:

* Şopên komkujiyê … / Emma Rengîn

* Çandeke kevnar di qiraxa zinarê de ye: Êzidiyên Efrînê / Lazghine Ya’qoube

* Tiştên li qada mubahê ma ne: Jin / Aylîn Karakaş

* Tevgera femînîst kampanya û kampanyaya kurtajê / Hulya Osmanagaoğlû

* Birînên erdhejê nehatin pêçandin / Handan Coşkun

Mijarên ku di hêjmara nû de cih girtin li vêderê  ( http://jindergi.com/anasayfa/ ) bixwînin.