Jinên Sûdanê nasnameya xwe ya çandî diparêzin

Cil û bergên jinên Sûdanî ne tenê cil û bergek kevneşopî ye, sembola nasnameyeke bi kok a bi hezaran salan e. Tevî ku pevçûn û koçberiyê bandor li ser bikaranîna wê ya rojane dike jî, cil û berg winda nebûye, hilgirtina peyamên çandî û siyasî domandiye.

MÊRVET EBD EL-QADIR

Sûdan – Cil û bergên Sûdanê digel trendên modayê yên kûrewî jî, li hemberê tûnebûnê li ber xwe didin. Ji ber ku ew cil û berg him sekn û him jî jinbûnê temsîl dike û kevneşopiyek ku ji dapîran ji neviyan re mîrate maye, dide jiyîn.

Cil û bergên Sûdanê, ne tenê perçeyek qumaşê ku bedana jinê dipêçe ye, her wiha çîrokek ku bi hezaran salan didome ye û behsa dîrok, nasname û bîra civakî dike. Mîna cil û bergên sereke û fermî yên jinên Sûdanê, sembola rêzgirtinê ye û di çand, kevneşopî û adetên gel de xwedî cihekî taybet e.

Çîroka cil û bergên Sûdanê

Dema ku jinekî Sûdanî beşdarî çalakiyek dibe, cil û bergên wê bi şewq û rengên xwe wê dişopîne. Ev yek, bi danîna serê cil û bergê ya mîna ‘serî’ tê binavkirin, a ji bo li ser milê xwe dest pê dike. Piştre ev serî, bi awayekî hostetî li dora kemer û bedana wê tê pêçandin û serê herî dawîn bi nazenînî datînin serê. Ev jî, sir û bedewiyê zêde dike.

Cil, bi tesadufî derket holê û berovajî mîna sentezek, şaristaniyên kevnar şêwe girtiye û kokên wê heta şaristaniya kevnar a Kuşîtê dirêj dibe. Di nepixandinên kevnar de, qraliçeyên Nubîan (Kandaka) cil û bergên dişîbin cil û bergên îroyîn li xwe kirine. Berê cil û berg, ji pemboyê safî yê Sûdanê dihatin çêkirin û bi navên mîna ‘Ganja’ an jî ‘Firka’ dihatin pênasekirin. Ji aliyê qralîçeyên Nubîan ve mîna cil û bergên qraliyetê hatine lixwekirin û îro hê ji bo çalakiyek xwedî wateyek taybet e. Cûrbecûriya reng û qumaşan heye û ji bo nîşandana nirx û zerafetê bi kevir û krîstalan tê xemilandin.

‘Rojnameya ku li ser erdê dimeşe’

Bi pêşketina jiyanê re qumaş û rengên nû ketin nava cil û bergan. Li gorî trendên modaya kûrewî xwe guhert, lê kokên xwe winda nekir. Di dema Ronesansê de, qumaşên Îsvîçre û Îngîltereyê  hatiye bikaranîn, qumaşên luks ên bi navê ‘total’ derketin holê û bingeha dolaba her jinek Sûdanî pêk anî. Cil û bergên Sûdanê, li gorî bûyeran hatine binavkirin; li gorî şer, serdanên fermî, an jî îcadên nûjen hatine binavkirin û lewma mîna ‘rojnameya ku li ser erdê dimeşe’ hatiye pênasekirin.

Zimanê reng û çalakiyan

Cil û bergên Sûdanê, bi yek zimanî naaxivin; reng û qumaşê wê li gorî rewş û çalakiyê diguherin. Cilê spî, bi taybetî di nav mamoste û karmendên sivîl de mîna sembola rêz, safîtî û cidiyetê xwedî cihekî taybet e. Di heman demê de ji bo jinebiyan jî mîna cilek tê bikaranîn û temsîla aramî û başbûnê dike. Cil û bergê sor ê ‘Garteq’, rêûresmek zewacê ya kevnar a bi koka Nubî û Firewn e û sembola jiyana nû û parastina ji nezerê ye. Di dawetên Sûdanê de, bûk van cilan li xwe dike û destpêka jiyanek nû îlan dike.

Di nava aksesûarên kevneşopî de xwegirêdana ‘Harîra’ ya sor, sembola ronahiya hîlala zêrîn û bereketê ye û ‘Darîra’ ya aromatîk jî, sembola safîtiyê ye. Digel pîroziya rengê sor jî, hin sêwiraneran, şêwakarên mîna Mahatyet El-Şafî, rengên nû yên mîna şîn û spî lê zêde kirine, şêwaza cilan modernîze kirine û li gorî daxwazên serdemê çêkirine. Tevî ku van guhertinan di destpêkê de nakokî derxistin jî, civakê bi demê re ev qebûl kirin.

Cil û bergên bi rengên zindî, di dawet û serdanên civakî de malan tijî dikin. Jin rengên mîna bordoyê germ an jî firûzeya teze yên li gorî rengên çermê xwe dibjêrin.

Cil û berg sembola berxwedanê ye

Li gorî Mahatyet El-Şafî, di serxwebûna Sûdanê ya sala 1956’an de, cil û berg êdî ne tenê cil û bergên fermî bûn, veguherîn sembolek ku peyamên diyarker dide. Cil û bergên Sûdanê, dest bi hilgirtina wate û sembolên diyarker kirin. Di Şoreşa Kanûnê de cil û bergên spî, mîna sembola jinên serhildêr vegeriya. Heta di şer de jî cilên ku peyamên piştgiriyê hildigirtin hatin sêwirandin û hate destnîşankirin ku cil ne tenê cil û berg bû, îfadeya sekn û nasnameyê jî bû. Di tevgera gel de, bi cil û bergên spî xwendina ‘Kandaka’ ya helbestan, ji nifşê nû re bi bîr xist ku ev cil û berg çekek çandî ye.

‘Jinên Sûdanê li welatên cuda cil û bergên xwe didin nasîn’

Lêbelê, pevçûnan bandora xwe nîşan da û koçberî û xwespartina welatên cîran, bikaranîna cil û bergan a di jiyana rojane de sînordar kir. Lê dîsa jî, jinên Sûdanê li derveyî welat çanda xwe belav kirin û ev cil û berg di festîval û çalakiyên navneteweyî de dihat dîtin. Niha di nav kesên ne Sûdanî de jî bûye popûler. Mahatyet El-Şafî, diyar kir ku ji ber koçberiyên dirêj an jî şert û mercên dijwar, bikaranîna wê sînordar bû. Digel ku pevçûnan hinek rîtûel û kevneşopiyan kêm kir û muzexane û pirtûkxane wêran kirin jî, nasname bi tevahî nehat jêbirin. Cil û berg hê jî zindî ne û ji aliyê jinên li hundir û derveyî Sûdanê ve tên lixwekirin û bi sêwiranên nûjen re ji nû ve tê pêşkêşkirin. Mahatyet El-Şafî, wiha got: “Jinên Sûdanê yên li welatên cuda, çanda Sûdanê û bi taybetî cil û bergên neteweyî didin naskirin.”

Divê ne tenê wek cilek herêmî wek nasnameya gerdûnî jî bê dîtin

Mahayat El-Şafî, destnîşan kir ku di sêwirandina cil û bergên Sûdanê de ji bo jinên ciwan û jinên biyanî modelên nû yên bi hêsanî tên lixwekirin bipêş xistiye û got: “Şer, nasnameya Sûdanî bi tevahî ji holê ranekir. Cil û bergên kevneşopî û folklorîk li seranserê cîhanê hatin naskirin û xuya bûn.” Cil û bergên Sûdanê, hêj sembola nasnameya jinên Sûdanê ye, şahida dîrok û têkoşîna wan û nîşandana hêza parastina mîrateya xwe ye. Sêwiraner Mahayat El-Şafî, bang li jinên Sûdanê kir ku nasnameya xwe biparêzin û cilên Sûdanê zindî bikin û wiha bidawî kir: “Divê cil û bergên Sûdanê ne tenê mîna cil û bergek herêmî, mîna nasnameyek gerdûnî ku giyanê Sûdanê hildigire, hebûna xwe bidomîne.”