Jinên Mexribê bo pêşxistina hûnera 'Safîfa' li hev civiyan

Li Mexribê komek jinên, xwe amade dikin ku di çarçoveya projeyekê de hunera “Safîfa” ku wek mîraseke çandî bi nav dikin, bixin meriyetê. Bi projeyê re tê armanc ku çarçoveya karanîna hunera Safîfa bê berfireh kirin.

RAJA KHAYRAT

Mexrib– Weqfa ‘Demboriye’ ji bo Jinên Tekstîl yên li parêzgeha El-Hauz a Mexribê, projeya xwe ya avakirina du navendan ya ji bo mazûvaniya esnafên jin li Marakechê bike, bi civîna ku li dar xist da naskirin. Di çarçoveya projeyê de, nêzî 99 hilberînerên jin ên ji civakên gundewarî yên cîranên Marrakechê, dê têkildarî parastina hunera windabûyî ya "Safîfa" xebat bimeşînin.

'Min ji çêkirina Safîfa îlhamê girt'

Beşdarê projeyê û di heman demê endezyar  Zainab El-Badûrî ku têkildarî  hunera Safîfa ku ya ji bo têgehek estetîk bide caftan, xemilandin û eşyayên cûrbecûr bi nexşeyên rengîn bi karanîna têlên hevrîşim û çêkirina şeklên curbecur ên geometrîk ve tê çêkirin û têkildarî projeyê axivî. Zainab Al-Badûrî diyar kir ku ew nêzî hefteyekê bi kesên ku Safîfe çêkirine re derbas bûne û wiha got:

“Ev yek jî hişt ku em qadên xebatê nas bikin. Ev tercûbe komek xwendekar, mîmar û hunermendên kevneşopî anîn cem hev. Dema ku em sêwirandina avahiya mîmarî ya navendê çêkir, ji şekleê tevn û çêkirina Safîfa îlham girt. Ziyaretvan dikarin ji dûr ve jî yekser navendê bibînin û nas bikin.” Zainab Al-Badûrî banga ji nû ve zindî kirina mîrata mîmarî ya kevneşopî û hunerên destan ya kevneşopî kir.

'Ji mekanîzmayên bazara derve bêpar e’

Endezyar û şêwekara hunerê Wafaa Kiran jî diyar kir ku di projeyê de peywira wê ew e ku bi hûnerên gund ên kevneşopî re tevger bike û balkişand ku jinên zanaetkar ên di sektora "Safîfa" de dixebitin di warê hunerê de xwedî jêhatîbûneke mezin in, lê ji mekanîzmayên berhemê bi pêş bixin û li gorî hewcedariyên serdemê û bine bazara derve bêpar in. Wafaa Kiran wiha axivî: "Esnafên jin jî di avakirina kooperatîfan de ji perwerdehiyê sûd wergirtin, vê yekê jî ji wan re fersend da ku hewldanên xwe yên bazarkiirna hilberên xwe xurt bikin û hin baştir sûd werbigrin.”

 ‘Divê Safîfa li bazarên derve belavî li hin qadên berfireh bibe’

Seroka Weqfa Jinan a Tekstîlê ya Timandout Hasna Adnas jî diyar kir ku jinên herêma El Haouzê ji bo ku xwedî vê derfetê bi şans in û ev yek dihêle ku fêrî hunera "Safîfa" ya ku qet nayê zanîn fêr bibin. Hasna Adnas, wiha got: “Ev mîrateya çandî ya Mexribê ku di sêwirana qaftanên Mexribê de kok daye, lê mixabin di rêya tunebûnê de ye, divê bê parastin. Di roja me îro de esnafên jin neçar in ku Safîfa jî tevlî  karê xwe bikin. Divê çarcoveya bikaranîna Safîfa bê berfirehkirin.

Hasna Adnas anî ziman ku divê Safîfa li bazarên derve belavî li hin qadên berfireh bê kirin û da zanîn ku heta jinên esnaf berhemê pêş nexin û neynîn rewşek hin vekirîtir ev yek ne pêkan e.

'Projeyê bû sedem ku jinên li gund ji îzolasyonê derkevin'

Badiya El-Maelawî ya pîşesazek kevneşopî ji herêma geştiyariyê "Eureka"hat,  da zanîn ku projêya mijarê gotinê hişt ku fêrî vê hunerê bibe. Badîa El-Maelewî diyar kir ku bi berfirehkirina qada karê re asoya wê jî vebû ye û wiha got: “Projeyê hişt ku jinên li herêmê, ji îzolasyina ku li gundan dijîn derkevin. Her çiqas u jinên esnaf di destpêkê de zehmetiyan dîtin jî, karên girîng bi dest xistin.”

'Safîfa hunereke mîratî ye'

Seroka Kooperatîfa Dirûtinê li Marakech û ji Yekîtiya Hunermendên Afirîner Ateeqa El-Mubarek jî destnîşan kir ku Safîfe pîşeyek e ku bi sedeman ji jinan re mîrate maye ye. Ateeqa El-Mubarek diyar kir ku ev kevneşopiya ku di çêkirina qaftan de tê bikaranîn aîdî Yahûdiyên Mexribê  ye û da zanîn di dekorasyon, eşyayên xemilandin û n malê de jî tê bikaranîn. Ateeqa El-Mubarek agahiya endam wergirtina ji bo Navenda Perwerde û Rehabîlîtasyonê ya ku ji bo jinên ku dixwazin li Marakeşê hînî hunera destan û karsaziya tekstîlê bibin hatiye avakirin destpêkir, da zanînn esnafên jin ên kevneşop fêrî eslê vê hunerê dibin.