Dê jin 5’ê Sibatê li Stenbolê forûmek lidar bixin

Dê di 5'ê Sibatê de li Şîşliya Stenbolê ji aliyê KBG’ê ve Forûma Jinan a Stenbolê bê li dar xistin. Jinên ku dibêjin "Pergaleke deng, gotin û îsyana me nayê bihîstin û dîtin nabe”banga tevlîbûna forûmê kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê jin bi gelek bêhiqûqiya re rû bi rû dimînin, daxwazên wan ên jiyana demokratîk û azad jî li hewayê tê hiştin. Jinên ku hemû qadên jiyanê vediguherînin qadên têkoşînê, bi çalakiyên ku pêktînin re dengê xwe didin bihîstin. Jin Bi Hev Re Bi Hêz in (KBG) dê di 5'ê Sibatê de bi dirûşmeya "Dê serhildana jinan biguherîne" li Mala Çand û Hunerê ya Nazîm Hîkmet ya li Şîşliyê Forûma Jinan a Stenbolê bê li dar xistin. Jinan daxuyaniya forûmê jî li ser rêya medyaya dijîtal kirin.

"Werin em di 5’ê Sibatê de li hev bicivin"

Di parvekirina der barê forumê hat kirin de wiha hat gotin: “Jinan bi hêza ku ji 8’ê Çileyê girtin dê di 5’ê Sibatê de Forûma Jinan a Stenbolê pêk bînin. Dê serhildana jinan biguherîne. Çi? dê rejîmê ku nîvê şevê, bi biryara yek zilamek ku li ser navê me hemûyan biryar da ji Peymana Stenbolê betal kir, giherîne. Yek zilam, hemû yek zilaman, vê pergalê, siyaseta mêr biguherîne! Em dizanin ji ber ku têkoşîna me îro dest pê nekir. Em bi salan, bi sedsalan e bi têkoşîna xwe re diguherînin! Niha pêwîstiya me heye ku bi awayekî hin bi hêztir bi hev re bin. Hevgirtina me û têkoşîna me bi qasî ku di navbera hilbijartin, tifaqên hilbijartinê û polîtîkayên tifaqan de neyê tengkirin, mezin e. Lêbelê ger li şûna vê pergalê pergalek nû bê avakirin, nabe ku ev pergal deng, gotin û serhildana me neyê bihîstin û dîtin be. Ji ber ve, ji bo ku em vê yekê rave bikin, biguherînin, îdiayên xwe derxînin pêş û yekitiya xwe xurt bikin, werin em di 5’ê Sibatê de li hev bicivin.”