Jineke Yemenî cilên kevneşopî ji bo parastina nasnameyê vediguherîne projeyekê

Hena El-Şercabî ya Yemenî ku di sala 2016’an de ji ber şer û koçberiyê mala xwe winda kir, bi riya parastina cil û bergên kevneşopî bû dengê nasnameya çandî ya welatê xwe. Hena, bi derzî û tayê ku bi baldarî hilbijartiye, rengê nû dide hunerê.

Yemen – Di demeke ku şer, pevçûn û koçberî piraniya mîrata çandî ya Yemenê bi wêrankirinê tehdît dike, Hena El-Şercabî biryar da cilên kevneşopî veguherîne projeyek ji bo parastina nasnameyê. Piştî ku Hena di sala 2016’an de mala xwe winda kir û neçar ma bireve, nexwest radest bibe û li ber windahiyan şînê bigre. Di şûna wê de, vegeriya hewesa xwe ya kevin û veguherand karsaziyek ku cil û berg û aksesûarên Yemenî bi destanên nûjen vejîne, bi nûjeniyê re tevlihev dike.

Hena El-Şercabî ya 57 salî, perwerdekarek e, xwediya bawernameya mamostehiyê ye. Bi salan di qada perwerdeyê de xebitiy, lê her gav eleqeyek wê ya taybet ji mîrata Yemenî, nemaze cilên kevneşopî û neqşên bi destan re hebûye.

Ji Sanayê heta Taîzê: Li dû taybetmendiyên çandî yên bajêr

Li cihê ku ew lê koçber bû, wê bi çêkirina “El-Esqa El-Senaniyê” dest pê kir ku bi cilên kevneşopî yên Sanaayê ve girêdayî ye. Li wir, wê dest bi dîtina daxwaz ji mirovan kir û paşê çû Taîzê. Ji nû ve şekil da projeya xwe da ku li gorî karakterê bêhempa yê bajêr be. Hunermend, bi têgihîştina ku her herêmeke Yemenê xwedî taybetmendiyên xwe yên çandî û cil û bergên ku dîrok û jîngeha wê nîşan dide ye, dibêje: “Dema ku ez çûm Taîzê, min hîs kir şêwaza Sana'anî li atmosfera bajêr nayê, ji ber vê yekê min dest bi lêgerîna cil û berg û aksesûarên ku ji bo cih guncaw in kir û min projeya xwe li Odeya Bazirganiyê tomar kir û ji sifirê dest pê kir.”

Projeyek bi ta û derzî: Parastina hûrguliyên dîrokî

Hena ku bi ta û derzî dest bi projeyek kiriye ne tenê dixwest cilên kevneşopî çêbike. Lê belê hewl dida hûrguliyên biçûk – dirûtinek neqişkirî, qalibek kevin ku ew ditirsiya winda bibin, çêbike da ku xilas bike. Ew bawer dike ku parastina mîrateyê nayê wê wateyê ku ew di muzexaneyan de bê statîk bimîne lê belê pêşxistina wê bêyî ku bingeha wê xera bike an nasnameya wê ya orîjînal winda bike, tê parastin.

Di navbera nûjenî û reseniyê de: Xêza zirav a neqşan

Yek ji mezintirîn dijwarî, nemaze di cilên ku bi destan hatine neqişkirin, wekî dîtina hevsengiyek di navbera pêşketin û parastina kokan de dibîne wiha tîne ziman: “Xêzeke zirav di navbera windakirina orîjînalîteyê û parastina wê de heye. Ji bo min, neqiş hêmana pîroz a cilan e; ew nayê guhertin an destwerdan ji ber ku ew nasnameya rastîn e.” Dema ku Hena El-Şercabî dixebite ji bo ku birîn û sêwiranên guncaw ji bo demên nûjen bi pêş bixe, bi dirûnên kevneşopî ve girêdayî ye û red dike ku qalibên nû lê zêde bike, vê yekê wiha rave dike: "Ez dikarim birînê biguherînim da ku li gorî jin an keçên ku di roja îro de dijîn çêbikim. Lê ez dirûnan naguherînim an qalibên nû lê zêde nakim ji ber ku neqiş ew e, ji we re dibêje ku ev cilê Yemenî û kevneşopî ye. Ev rêbaz alîkariya vejandina eleqeya jin û mêrên ciwan bi cilên kevneşopî re kiriye, nemaze di salên dawî de bi zêdebûna hişmendiya li ser girîngiya nasnameya çandî. Nifşê nû ji girîngiya parastina mîrateyê bêhtir haydar e lê ew cilên kevneşopî bi şêwazeke nûjen dixwazin, ji ber vê yekê min dît ku daxwazek zêde ji bo van sêwiranan heye.”

Şewitandina mîratê ji ber krîzan: Rûyê tarî yê pevçûnan

Lê belê ji bo her perçeyek ku Hena El-Sharjabî ji nû ve çêdike, yên din hene ku ew ditirse her û her winda bibin. Bidestxistina cilên kevin bûye karekî dijwar, ji ber ku gelek perçe niha kêm in an jî pir biha ne. Hena bawer dike ku neqişkirin belgeyeke dîrokî ye ku mirov dikare jê hûrguliyên li ser civaka Yemenê fêr bibe. Ji ber vê yekê, ew dixwaze cilên kevin her çendî dîtina wan pir dijwar be jî berhev bike. Hena destnîşan dike ku pevçûn jî sedema van windahiyan bûne, diyar dike ku dema li gundan digeriya ji bo cilên kevneşopî, çîrokên malbatên ku ji ber nebûna gaz û êzingan neçar man cilên xwe yên kevneşopî yên kevin ji bo çêkirina xwarinê bişewitînin, bihîst. Hena bi xwe jî heman windahî jiyaye û dîtiye. Wê mala xwe û berhevoka xwe ya şexsî ya tiştên kevneşopî winda kir. Keda bi salan kom kiribû, di xebata xwe de wekî referans bikar dianî. Di nava cilên ku ew ji windakirina wan ditirse de cilê “El-Umarî El-Şeyîbanî heye ku ji ber nazikî û û dewlemendiya neqşan, di salek an jî du salan digre dikare were temamkirin. Hena rave dike ku wê lez kiriye hinek perçeyên orîjînal bikire ji ber ku ditirsiya winda bibin. Her wiha dibêje ku Paşê, wê makîneyek neqişkirinê ya nûjen bi dest xistiye niha bikar tîne hewl dide beşên van cil û bergan ji nû ve hilberîne. Lê belê, ew tekez dike ku makîneyek qet nikare bi tevahî şûna mirovekî bigire.

Banga Hena El-Şercabî ji bo parastina mîrata gelêrî ya Yemenê

Girîngiya parastina mîrata gelêrî Hena El-Şercebî destnîşan dike ku “şêwazên nû li hinek cil û bergan hatine zêdekirin û hinek kes van bi mîrateta Yemenî ve gire didin. Ev xeterek mezin e ji ber ku nifşên pêşerojê dikarin bawer bikin ev zêdekirin beşek ji dîroka me ne.

Hena bang dike ku divê ji aliyê fermî ve baldariyek ji bo parastina mîrata gelêrî û danîna standardên zelal ji bo parastina cilên kevneşopî hebe û dibêje: “Ji ber Yemen xwedî curbecur cilên dirûtin û xemilandinê ye û ne hewce ye ku şêwazan ji çandên din deyn bike. Ji sala 2016’an vir ve li Taîzê ji bo pêşvebirina cilên kevneşopî dixebitim armanca min ew e ku hebûna xwe di civakê de bi peydakirina van cil û bergan ji rojnamevanên jin û kesên ku di rêxistinan de di dema bûyerên taybet de dixebitin vejînim. Armanca min ew e ku projeya xwe bi perwerdekirina jinên ciwan ji bo xebatê berfirehtir bike, hunerê ji hewldanek takekesî veguherîne projeyek ku nasnameyê diparêze û derfetên kar peyda dike. Hena vê peyamê dide jinên ku dixwazin dest bi projeyên xwe bikin: “Ne li bendê bin ku çavkaniyên mezin hebin. Min bi derzî, ta û perçeyên qumaş dest pê kir. Ya girîng ew e ku hûn bi tiştê heyî dest pê bikin, xwe pêşve bibin û şêwaza xwe ya bêhempa bibînin.”

Cilên kevneşopî ji muzexaneyan ber bi kolanan ve

Tevî hemû dijwariyan, Hena El-Şercabî bawer dike ku serkeftina wê ya rastîn ne bi qezencê, bi kêliya ku kesek wan perçeyek li xwe dike ku ruhê mîrata Yemenê nîşan dide tê pîvandin. Di dawiyê de wiha dibêje: “Dema ez dibînim ku xort û keçên ciwan van cil û bergan li xwe dikin, hîs dikim ku peyama min hatiye girtin. Armanca min ew e ku cilên kevneşopî ji muzexaneyê derxim û li kolanan nîşan bidim. Ji ber ku bikaranîna wan di jiyana rojane de temînata rastîn a berdewamî û parastina ji windabûnê ye.”