Jin bi pêyvên xwe pêşangeha pirtûkan a Cezayîrê ronî kirin
Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Cezayîrê bi beşdariya nivîskarên jin û weşangerên ji Cezayîr, welatên Ereb û Ewropayê bal kişand ser xwe. Jinan bi berhemên xwe yên wêjeyî yên kûrbûna tecrubeyên wan nîşan didan, mohra xwe li pêşangehê dan.
RABÎA XERÎS
Cezayîr – Jinên ku beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Cezayîrê bûn, berhemên xwe yên wêjeyî yên xwedî kûrahiya tecrubeyên nûjen bûn pêşkêş kirin, bal kişandin ser girîngiya hebûna jinan a di warê çandî de.
Pêşangeha 30’yemîna a pirtûkan ku roja 30’yê Cotmehê vebû, di roja pêşîn de bi eleqeyek mezin a gel hat dest pê kir. Hat diyarkirin ku hejmara kesên tên serdanê bi hezaran e. Rasthatina fiarê bi betlaneya 1’ê Mijdarê Cejna Şoreşê re, derfet ku gelek kes beşdar bibin.
Beşdariya zêde ya jinan balê kişand
Di pêşangeha ku îsal mêvanê rûmetê Morîtanya hat hilbijartin de, beşdariya jinan a zêde balê kişand. Nivîskarên jin ên Cezayîrî, Ereb û Ewropî û weşanger, bi berhemên xwe yên ku tecrubeyên nûjen ên jinan vedibêjin di her quncika pêşangehê de derketin pêş û balê kişandin.
Tevî weşanxaneyên “El-Kasaba”, “El-Barzakh”, “Mîm” û “Eş-Şihab” ên Cezayîrî, weşanxeneyên Ereb û biyanî jî bi zêdebûna berhemên jinên nivîskar derketin pêş. Vê rewşê, hem di çalakiyên îmzeyê yên berhemên nû de hem jî ji aliyê weşanxeyanên ku rêvberên wan jin in ve xwe da der. Jinên rêveber, bi rayeya xwe ya di projeyên çandî de teqdîr girtin.
Di pêşangeha îsal de, gelek berhemên jinan ên nû ku li ser mijarên civaka Cezayîrê hatibûn nivîsandin û peyamên welatparêziya biz anîn dida hatin nasandin.
Nivîskara herî ciwan a Cezayîrê
Yek ji nivîskarên herî ciwan ên Cezayîr û welatên Ereb Meryem Alakî ya 17 salî cara yekem bi pirtûka xwe ya romanê ya bi navê “Mucewherên dilê min” tevlî pêşangehê bû. Alakî di romana xwe de, li ser pirsgirêkeke civakî –zordariyê-disekine. Di romanê de behsa keçeke ciwan a ku li navçeyek din a dûrî malbata xwe bi cih dibe, li dibistanê rastî zordariyê tê vedibêje û behsa têkçûna wê ya derûnî û tenêtiya wê dike. Alaki wiha dibêje:
“Roman, behsa şikestina hestên keçeke nûgihîştî û bi îradeya ku dûre bi saya pirtûkan bi dest dixe dike. Ev çîrok bi temamî rast e; ez bi xwe pêvajoyeke ku dişibe vê jiyam. Ez ji cîhana rastîn reviyam, min xwe spart ramanên xwe û hewl da baş bibim.”
Rojnameger-nivîskar Selwa Lemîs Mesa bi berhemên cuda beşdar bû
“Weşanên Taidmayt” jî berhemên nû yên rojnameger-nivîskar Selwa Lemis Mesa dan nasîn. Selwa Lemis Mesa ya ku bi awayê helbest û cerebeyê dinivîsîne, di pirtûka we ya bi navê “Îlahiyên Çavê Sêyem” de behsa fikarên xwe yên li ser hebûnê û lêgerîna wateyê dike. Di pirtûka xwe ya bi navê “Monte Carlo Berberî yê biçûk” de ji bo mirovên ku pirsgirêkên derûnî dijîn şîretan dike. Berhemên din ên nivîskar ên bi nave “Korona ji vê derê derbas bû”, “Sinovac Modu”, “Meclîsa şînê” û “Windahiya di asta yekem” de jî di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin.
Selwa Lemis Mesa, der barê beşdariya yekem a resmî ya pêşangehê de wiha got: “Di pirtûkên xwe de ez jinan wisa cuda nagirim dest; lê di cîhana hundirîn a karekterên jinan de xwe dide der. Di berhemên xwe yên; “Asta yekem winda ye” “Monte Carloyê Berberî yê biçûk” de jin, weke perçeyek mirovahiyê hene lê di nivîsên min de, nêrîneke xweser ji bo jinan bi awayê xwezayî xwe dide der; di hûrgiliyen ku kesên din nabînin, heta hinek jin jî nabînin de.”
‘Lêborînê dixwazim Beyrûd’
Di pêşangehê de helbestvana Cezayîrî Nadia Navasir jî bi gelek berhemên xwe cih girt. Bi pirtûkên xwe yên bi navê “Minerva”, “Şeva îxanetê ya Fatma N’Soumer”, “Keja Efrîqayê”, “Nameyên ji Mufdî Zakarya re”, “Lêborînê dixwazim Beyrûd”, “Ez emanetê evîna te me”, “Nameyên ji Nelson Mandela re”, “Dînîtiya saksofonê”, “Kulîlka orkîdeyê”, “Lezzetli Yörüngede”, “Xwendina helbestên helbestvanê Kuweytî Suad es-Sabah”, “Xelata Muzîfer”, “Sonat”, “Xwînîbûna kîl”, “Bêhna axê” derket peşberî xwendevanên xwe.
‘Min xeyala xwe ya helbestî diyarî Şoreşa Cezayîrê kir û pesnê jin û mêrên qehreman da’
Navasir bi gotinên; “Zêdetirî xeyala xwe ya helbestî, min diyarî Şoreşa Cezayîrê kir û pesnê jin û mêrên wê yên qehreman da” wiha domand: “Di pirtûka xwe ‘Şeva îxanetê ya Fatma N’Soumer’ de, ez behsa Lalla Fatma N’Soumer a ku sembola berxwedana li dijî Fransizan e dikim. Wê di temenê xwe yê biçûk de xwe bexşî welatê xwe kir. Wê ne jinbûna xwe, têkoşîna xwe jiya. Bi vê berhemê, min xwest balê bikşînim ku jin ne tenê bi bedena xwe heye û ji bo kêfxweşiyê ye; çavkaniya hilberîna ramanî û çandî ye.”
Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Cezayîrê îsal, bû cihê ku afrîneriya jinan bi hemû aliyên xwe hat temsîlkirin; nîşan da ku li ser dika çandî ya Cezayîrê, jin şopên mayînde dihêlin û di bîra gelek kesan de cihê xwe girt.