Ji koma Miasin konsera pir zimanî

Koma Miasin ku hunermendên jin ên Tirkiye, Ermenistan û Fransa cih digrin. Li Amedê li baxçeyê Zarokan a Ma konserek pir zimanî dan. Li gel Jin Ma jî stranên Kurdî gotin.

Navenda Nûçeyan- Kom Miasin ku ji hunermendên jin ên ji Tirkiyeyê, Ermenistan û Fransayê pêk tê  bi organîzasyona Amîd Artê, şeve din li Baxçeyê Servekirî yê Zarok Ma’yê ya li Amedê konser li dar xist. Hunermendên di komê de Ezgî Elkirmiş, Seval Eroglû, Carole Marque û Sevana Tehakerian bi kurmancî bejdarvan silav kirin û piştre stranên ji hev xweştir strîn. Konser ji aliyê bejdarvanan ve rastî eleqeyekê hat. 

Komê stranên Frensî, Tirkî û Ermenkî strîn û her wiha endamên Jin Ma jî derketin ser dikê û li gel koma Miasin stranê Kurdî gotin. 

Hunermend Seval Eroglû diyar kir ku weke koma Miasin li gelek deveran derdikeve pêşberî guhdar û temaşevanên xwe û got: “Ji ber hun li virin, em li virin em gelek keyfxweşin.”