Hunera ku ji dayika xwe hîn bû bi hezkirin didomîne

Arêz Ferheng ku di zaroktiya xwe de dema dayika wê berhemên dest çêdikir li destên dayika xwe dinêrî fêrî berheman bû, niha jî bi xwe çenteyên bi nexşên cuda çêdike.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce – Arêz Ferheng a li Helepçcyê dijî di rêxistinek taybet de ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet mamostehiya waneya Îngilîzî dike. Ji derveyî wê jî bi karên destan mijûl dibe ev 2 sal in çenteyên bi nexşên cur be cur çêdike û li ser medyaya dîjîtal dide nasîn, daxwazek zêde li ser berhemên wê heye.

Arêz Ferheng da zanîn ku destpêkê weke kêrhatiyekê dest bi karê nexşandinê kiriye û niha jê re bûye pîşe û got: “Daxwaza min gelek ji karê nexşandinê re heye, ez dikarim berhemên ku çêdikim li gorî werzan amade bikim. Ez cil û berg, çente, pêlîstokên zarokan û kel û pelên ciwankarî dinexşînim. Karê min ji aliyê kiryaran ve gelek tê ecibandina daxwezek zêde ji bo wê heye. Bi riya online ez van berheman difiroşim.”

‘Ez berhemên xwe bi riya medyaya dîjîtal didim nasîn’

Arêz Ferheng du sal in bi berhemên karên dest çêdike, hewl dide karek taybet û cuda bike û şêwazê karê wê cuda be û  diyar kir ku ji bo nasandina berheman medyaya dîjîtal cihekî baş e û got: “Ez berhemên xwe di medyaya dîjîtal de didim nasîn û daxwazan digrim. Ji bo çêkirina her berhemê demek pêwîst e, ji ber ku ez hemûyan bi hûrgulî û hezkirin çêdikim.”

Arêz Ferheng destnîşan kir ku destpêkê karên destan ji dayika xwe fêr bûye û ji temenê zarokatî ve li destên dayika xw dinêrî û wisa fêrî nexşandinê bûye û dibêje: “Ez ji dayika xwe fêrî çêkirina çente û nexşandina wan bûme dema min li destên dayika xwe dinêrî hîm dibûm. Min didît ku dikarim karekî cuda û xweşik bikim û berhemên cuda bi nexşên xwe çêbikim.”