Hêjmara 27’emîn ya kovara Jin a heftane derket

Hêjmara 27’emîn ya Kovara Jinan a heftane ya Jin, bi sernavê “Fragmanên nû yên mêtîngeriyê; Daxwaza fetha bedena jinê” di weşanê de ye.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jinan ya Jin her roja Yekşemê bi hêjmara nû ya bi sernavê “Fragmanên nû yên mêtîngeriyê; Daxwaza fetha bedena jinê” di weşanê de ye. Derya Aydin di hêjmara 27’emîn ya kovarê de bi gotara “Cihê ku nehatiye desteserkirin, daxwaza fethê ya bêdawî; Li Kurdistanê fragmanên nû yên mêtîngeriyê” qala planên mêtîngeriyên li Kurdistanê tên kirin û dema ku avakirina bedena jinê weke polîtîkaya şerê taybet bi nav dike. Wergera gotara Reem Abbas a bi sernavê ‘Dema ku yekane rê mirin be’ di her şerê ku ji sala 1897’an û vir ve li Sûdanê diqewime de, laşê jinan wekî kozek şer bikar tîne, digre dest.

Aştî û mafên kolektîf

Gotara Hûlya Osmanagaoglu ya bi sernavê “Polîtîkaya aştiyê ya femînîst û mafên kolektîf” pêngavên jinan ên ji bo aştiyê vedibêje. Her wiha di vê mijarê de Handan Coşkun jî bi “Yên ku qanûna bingehîn pêk neynin, nikarin qanûna bingehîn çêbikin” di gotarê de bal tê kişandin ser nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî Qanûna Medenî.

Çîrokên jinan

Esma Kaya Ceylan a bi sernavê “Mîteyek dizî: Atargatis? yan Hz. Îbrahîm?" Di gotara xwe de balê dikşîne ser çîrokeke din a dizî ya jinê, çîroka rasteqîn a Masîgolê.

Hemû sernavên hêjmara nû wiha ne:

* Cihê ku ne hatiye desteserkirin, daxwaza bêdawî ya fethê; Fragmanên nû yên mêtîngeriyê li Kurdistanê / Derya Aydin

* Gava ku yekane rê mirin e / Reem Abbas

* Siyaseta aştiyê ya femînîst û mafên kolektîf / Hûlya Osmanagaoglu

* Yên ku qanûna bingehîn pêk neynin, nikarin qanûna bingehîn çêbikin! / Handan Coşkun

* Mîteyek dizî: Atargatis? Yan Hz. Îbrahîm? / Esma Kaya Ceylan