Fînalistên Festîfala Filmên Bê Asteng aşkere bûn

Berhemên ku mane finala pêşbirka 11’emîn ya Kurte Filman a Festîfala Filmên Bê Asteng hat aşkere kirin. Ji Îranê 3, ji Tûnusê 1 film di nav de 14 Film man fînalê.

Navenda Nûçeyan – 11’emîn Pêşbirka Kurte Filman a Festîfala Filmên Bê Asteng ji bo xwe bigihînin  şert û mercên wekhev ê Sînemayê tê lidarxistin. Îsal di 20-26’ê Cotmehê de li Enqere, 4-5’ê Mijdarê de Eskîşehîr wê were li darxistin. Ji 23 welatan serlêdana 121 kurte filman hate kirin de, 14 kurte film mane fînalê.   

Di festîfalê de wê filmên ji Selen Orcan ‘Tiştek ku herkes bikare bike’, Demîr Ozcan ‘Stenbul Stenbul’ û ji Burak Oguz Saguner ‘Salça’, Îspanaya ji Tatiana Skorlupkina ‘Ev û çop’, Japonya ji Nobuyuki Morikawa ‘Rojbûn’,  Avusturalya ji Matteo Sander ‘Lutkeyê’, Fransa ji Victor Guilbaud ‘Xatirê te Gaston’, Îran ji Afsaneh Aghanezhad û Vali Bagheri ‘Zaroka qet ji dayîk nebûyî’, Îsvîçre ji Dorentina Imeri ‘Xuşk’, Tunus ji  Slouli Houcem ‘Girtiyê bi merc’, Îran ji Negah Sohrabi ‘Yê din’, Îran ji Alireza Kazemipour ‘Şikestiyên porê’, Îsrail ji Yotam Knispel ‘Tu sûdek yê heskirinê nîne’ û Rusya ji Jana Nedzvetskaya  ‘Xweşiktiya razanê’ wê bikevin pêşbirkê.

Xelat wê di 4 qadan de were dayîn

Juriyan navend ya pêşbirka kurte filman, di nava filmên ku mane fînalê de wê xelatê bide qada ‘Filmê herî baş’, ‘Derhênerê herî baş’, ‘Seneryoya herî baş’ û ji temeşevanan ‘Xelata taybet ya temeşavanan’ were aşkere kirin. Di pêşbirkê de wê xelata 500 dolar were dayîna ‘Derhênerê herî baş’ û ‘Seneryoya herî baş’, filmê herî baş jî wê bi 1000 dolaran were xelatkirin.