“Ez ji hêza veguherîner a wêjeyê bawer dikim”

Pirtûka çîrokan a li ser mafên zarokan, bi navê "Haydê bi destê min bigre", ji hêla 18 nivîskarên jin ve hate amadekirin. Nevzat Suer Sezgîn ku pirtûkê berhev dike got; “Hejmara kesên ku di şeran de mirin, di birçîbûn û tîbûnê de jiyana xwe ji dest dan, tu perwerde nedîtin, hatin tecawizkirin, roj bi roj zêde dibe. Ev pirsgirêk bi salan e min aciz dike. Ez ji hêza veguherîner a wêjeyê bawer dikim. Ji ber ku di çîrok û romanan de jiyan bi xwe heye. Min dixwest mafên zarokan bi çîrokan vebêjim û bala wan bikşînim.”

 
ZEYNEP PEHLİVAN
Îzmîr - Piraniya me Nevzat Suer Sezgîn bi xebatên wê yên di rêxistinên sivîl de, nivîsên wê yên li ser wêjeya zarok û ciwanan, projeyên wê yên berbiçav û atolyeyên komî nas dikin. Li Tirkiye û derveyî welat; Nevzat Suer Sezgîn ku gelek hevpeyvîn li ser mijarên tematîk ên wekî zarok, tundûtûjî, medya, pêlîstok û di heman demê de pêşengên projeyên wekî "Perwerdeya bê ezber" û "Perwerdeya tevahî" pêk aniye, di van rojan de, bi berhevkariya pirtûkek hevpar a balê dikşîne ser mafên zarokan derdikeve pêşberî me.
Nevzat Suer Sezgîn bi pirtûka çîroka xwe ya bi navê "Haydê bi destê min bigre", ku tenê ji nivîskarên jin pêk tê, dixwaze hêza veguherîner a wêjeyê careke din derxîne holê. Em bi Nevzat Suer Sezgîn re; li ser pirtûka "Haydê bi destê min bigre" ya 18 çîrokan a her yek ji wan der heqê mafên zarokan de pirsgirêkên cuda vedibêje û li ser îro û pêşeroja mafên zarokan a li Tirkiyeyê de axivîn.
Nevzat xanim, hûn berhevkara pirtûka çîrokan "Haydê bi destê min bigre" ya li ser mafên zarokan hatiye nivîsandin in. Ramana afirandina vê pirtûkê çawa çêbû?
Mixabin, li cîhanê û li welatê me gelek kes bêyî ku maf û berpirsyariyên xwe zanibin dijîn. Mafên zarokan di 20’ê Mijdara 1989’an de ji hêla Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. Li aliyê din, Tirkiyeyê ev peymana 54 xalî di 14’ê Cotmeha 1990’an de îmze kir û xist meriyetê. Li gorî vê peymanê; her kes heya 18 saliya xwe zarokek tê hesibandin. Mafên zarokan ji bo hemû zarokan in. Dewletan alî; nijad, reng, zayend, ziman, ramanên siyasî yan jî ramanek din, koka neteweyî, etnîkî û civakî, mal, seqetî, jidayikbûn yan jî statuyek din a ku yê, dayik û bavên wan an weliyên wan ên qanûnî ne bêyî cudahî ji her celebî nas dikin û didin wan. Tu kes nikare mudaxeleyî jiyana taybetî ya zarokan bike.
"Zarok nikarin mafên xwe bi kar bînin" 
Mînak, di Xala 16’an de, “Jiyana kesane, malbatî, mal û danûstendina tu zarokî ne bi kêfî û neheqî dibe asteng, ne jî dikare li ser namûs û şerefa wan bêmaf êrîş bike. Mafê zarok heye ku li dijî destwerdan û êrîşên bi vî rengî bi qanûnê were parastin.” Ji aliyê din ve, xala 29’an teqez dike ku dewlet alîgirên berprsiyarê pêşkeftina kesayetî û behreyên zarok in. "Mafê her zarokê heye ku demên xwe yên vala binirxîne" û "Zarok nikarin wekî mezinan werin xebitandin." ew jî gotarên girîng in ku dewletên alî neçar wan xalan bi cih bînin. Mixabin, zarok nikarin van mafên xwe bi kar bînin.
"Hejmara zarokên karker bûye 160 milyon" 
Her çend "Roja Mafên Zarokan" her sal di 20’ê Mijdarê de li dibistanan bi rengek pir dîdaktîkî tê pîrozkirin jî li gorî rapora herî dawî ya UNICEF’ê, li cîhanê hejmara karkerên zarok derket 160 milyonî. Hejmara mirovên ku di şeran de mirin, ji birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dan, tu perwerde nedîtin, rastî destdirêjiyê hatin, roj bi roj zêde dibe. Vê pirsgirêkê bi salan min aciz kir. Ez ji  hêza veguherîner a wêjeyê bawer im. Ji ber ku di çîrok û romanan de jiyan bi xwe heye. Min xwest mafên zarokan bi çîrokan vebêjim û bala wan bikşînim. Koma me bi navê " Peleçemk" heye ku li ser edebiyata zarokan bi min re dixebite. Min ji van hevalan re projeya xwe got û wan ramanên min pir ecibandin. Birêz Hicabî Demircî bêyî ku li benda tiştek bimîne, beşdarî projeya me bû û hunera bergê xêz kir. Gava Weşanên Nezih-Er pirtûka me çap kir, mumkun bû ku berhevok bigihîje ber destê xwendevanan. Carek din ji vir spasiya wan hemûyan dikim.
Hemû çîrokên pirtûkê ji hêla nivîskarên jin ve hatine nivîsandin. We bi taybetî dixwest jin li ser mafên zarokan çîrokan binivîsin?
Na, ez dikarim bêjim ku ji ber koma peleçemk ji jinên ku di Platforma Nivîskarên Jin a Egeyê de ne û dixwazin li ser wêjeya zarokan bi min re bixebitin pêk tê.
Di pirtûkê de li ser mafên zarokan çi mijar hene?
Di nirxandina me de 18 çîrokên nivîskarên cuda hene. Mafên zarokên xwedan astengiyên derûnî û laşî, mafê wan ê nepenîtiyê, mafê wan ê penaberiyê, xwarin û perwerdeyê, mafê wan ê bikaranîna zimanê zikmakî, mafê parastina li dijî her cure destdirêjî û êrîşan, mafê tenduristî jiyan, lênihêrîna tenduristî û rehabîlîtasyonê dema vala lîstin û lîstikên bi temen rê guncaw hene. Mafên beşdarbûnê, mafên ji cudakariya nijadî werin parastin, mafên ragihandinê, mafên hemwelatîbûn û jiyana însanî, mafên parastinê li dijî her cure mêtingeriya li hundir û derveyî malê mijarên sereke yên pirtûka me ne.
We bi berhevkirina pirtûkek wiha, hewl da ji bo parastina mafên zarokan hîişmendiyek ava bikin. Li gorî we li Tirkiyeyê sazî yan jî mirovên ku di vî warî de xwedan otorîte ne divê çi xebatê bimeşînin?
Li welatê me pêvajoyên zaroktî û ciwaniyê çawa ne? Pêşketina zarok çi ye? Çawa pêk tê? Di kîjan pêvajoyan re derbas dibe? Travmayên di zaroktî û ciwaniyê de çêdibin, dema mezin dibin vediguherin çi? Tevgerên rast ên ku di zaroktiyê de hatine bidestxistin çawa mezinan çêdikin û hwd. Rêzek pirs û bersiv nêzîkê 50 sal in tên paşguhkirin. Ji ber vê sedemê, em di cîhaneke tijî mezin de dijîn ku li derfetan digerin, mafên hev bi dest xwe bixin, tiştê ku dikin paşguh dikin û bi hêza pereyan çekan hewl didin rastiya xwe li ser ên din ferz bikin. Divê tevahiya mirovên cîhanê, bi taybetî dayik û bav, qebûl bikin ku zarok jî xwedan maf in. Li gorî min, dar gava şil dibe ditewe û dema şil bibe jî bi pêş dikeve. Ger malbat, mamoste, rêveberiyên herêmî û saziyên dewletê yên ku peyman îmze kirine bi vê hişmendiyê tevbigerin, zarok dema ku fêrî mafên xwe dibin dê ji berpirsyariyên xwe fam bikin. Demokrasî tenê ji hêla kesên ku hay ji mafên xwe hene û berpirsyariyên xwe bi cih tînin be dikare were sazkirin. Em ji bîr nekin ku zarokên îro dê mezin bibin, di gelek waran de bixebitin wekî bijîşk, mamoste, hunermend, ragihîner, siyasetmedar, berhevkarê çop û ajokaran. 
Ji niha û pê ve dê xebatên we yên çawa li ser mafên zarok û jinan hebin?
37 sal in, min di dibistan û rêxistinên nehkûmî yên ku ez lê xebitîm de perwerde da dayik û bavan û mamosteyan da ku ew çanda zaroktiyê nas bikin û bi haydarbûna mafên xwe tevbigerin. Ez li dijî her cure cudakariyê me û ji xanenişîniya xwe ve, ez dixwazim ên ku di atolyeyên edebiyata zarokên min de bi min re dixebitin pênûsên xwe bi hezkirina cîhanek adil û aştiyê dagirin. Ez difikirim ku heya ez karibim ez ê xebatên wiha bidomînim.
Di dawiyê de, hûn dixwazin bi riya pirtûka "Haydê bi destê min bigre" ji jin û zarokan re çi bêjin? 
Ez dixwazim bêjim "Ji mafên xwe haydar bin û ji bo parastina mafên xwe li ber xwe bidin!" Ji bo hevpeyvînê pir spasiya we dikim. 
Nevzat Suer Sezgîn kî ye?
Di sala 1947’an de li Konya Eregliyê ji dayik bû. Ji dibistana mamosteyên Îvrîz û Fakulteya Zanistê ya Enqereyê mezûn bûye. Piştî hînkirin û xebata di astên cur be cur ên dewletê de, di 1986’ de Navenda Zarokistanî û Lêkolînê ya Taybet Koru ava kir. Beşdarî damezrînerên Dibistana Amadeyî ya Ekîn a Taybet bû û wekî şêwirmenda perwerdeyê xebitî. Di 2009’an de malnişîn bû.
Li ser geşedana zarokan, têkilî, bandorên medyayê yên li ser geşedana mirovî, pêşketina kesayetiya afirîner a demokratîk, wêjeya zarokan û pirsgirêkên jinan ji bo dayik û bavan û mamosteyan gelek lêkolînên wê hene. Wê li ser pirsgirêkên jinan, perwerde û edebiyata zarokan ji bo gelek kovaran gotar nivîsandin. Pirtûkek wî ya bi navê "Di civaka zana de dibistan û perwerde" heye. Çîrok û nivîsên wê di nav xebatên hevpar ên gelek rêxistinên sivîl de ne.
Di desteyên pêş-hilbijartinê yên weşanxaneyên cur be cur de têkildarî edebiyata zarokan xebitî. Ew komxebatên "Wêjeya zarok û ciwanan ji bo mezinan" saz dike. Ew di Civata Wêjeyê ya Minus 18 de, ku ji mezûnên van atolyeyan pêk tê, li ser gelek projeyan dixebite. Berhevokên "Ax Korona, Vax Korona" di 2020’an de û "Haydê bi destê min bigre" di 2021’ê de amade kir.