Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestê derketin

Du berhemên nû yên helbest û çîrokê yên jinan li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd derket.

Navenda Nûçeyan-Berhemên bi navê Çîrokên Jinên Wêjekar û Helbestên Jinên Wêjekar li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd derket. Berhema Çîrokên Jinên Wêjekar ji çîrokên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin pêk tê û amadekariya wê jî ji aliyê Rojnameger û Nivîskar Roza Metîna ve hatiye kirin. Berhema Helbestên Jinên Wêjekar jî ji helbestên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin pêk tê. Amadekariya vê berhemê jî ji aliyê Zozan Gulan û Nurcan Delil ve hatiye kirin. 

Her du berhem jî bi zimanê kurdî ne

Berhemên bi keda jinan hatine amadekirin bi zimanê kurdî hatine nivîsandin. Berhema Çîrokên Jinên Wêjekar 192 rûpel in û çîrokên 35 jinan tê de cih digirin. Helbestên Jinên Wêjekar jî 208 rûpel in û helbestên 79 jinan tê de cihê xwe digirin. Berhemên bi navê Çîrokên Jinên Wêjekar û Helbestên Jinên Wêjekar ji aliyê Weşanxaneya J&J'yê ve hat çapkirin.