Di roja 4’an a Mihrîcana Orkêş de berhemên rengîn hat pêşandan

Mihrîcana Orkêş a Mûzîkê ku di 11'ê Gulanê de destpê kir, roja xwe ya çaran bi pêşkêşkirina 54 berhemên nû yên 18 koman bi dawî bû.

Qamişlo – Mihrîcana Orkêş a Mûzîkê piştî 5 salan, duyemîn car e tê lidar xistin. Bi pêşkêşkirina berhemên pir dewlemend ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha komên ji navçeyên ku bi êrîşên dagirkeriya tirk re rû bi rû dimînin, rastî elaqeyeke mezin a beşdar û mêvanan hatin.

Mihrîcana ku li Navenda Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye lidarxistin, roja xwe ya çaran bi kelecaneke mezin bi dawî kir. Hûnermend, wêjevan, nivîskar û hezkiriyên hûnermendên ku saz û awaz û stranên nû çêkirine, berê xwe dan navendê.

Di roja çaran de Koma Cûdî a Dêrikê, Koma El-Mûsîqa Tecmeûna ango Mûzîk me tîne cem hev, Koma Şoreş a Til Temirê, Koma Zîlan a Dirbêsiyê, Koma Şehîd Xebat a Tirbesipiyê, Koma Serhildan a Rimêlan, stranên xwe pêşkêşkirin. Her komek 3 berhemên ku ewqase meh in li ser dibexitin pêşkêşkirin. Heya niha 18 koman 54 stran gotin e. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mihrîcana Orkêş a Mûzîkê wê heya roja 16'an bidome.

Berhemên rengîn hatin pêşandan

Têkildarî vê mijarê jî Endama Koma Cûdî Rozelîn Îbrahîm axivî û wiha cûdahiya wê anî ziman: "Îsal ne wekî berî 5 salan e, cûdahî û germahiya îsal û berhemên hatine çêkirin pir cûda û balkêş in. Ya ku me dît di vê mihrîcanê de ewqase kom ketibûn pey lêgerîn çand, dîroka xwe û filiklora gelê xwe yê ku hatibû paşguhkirin û ber bi jibîrkirinê ve diçû. Armanca her komekê çêkirina berhemên nû ji stran û mûzîkê hilgirtibûn ser milên xwe. Armanca me em hîn bêtir hûnermend û komên li van herêman bidin nasîn û piştgiriyê bidin wan, ev pir girîng e. Bê guman ev ne tenê bandorê li hûnermendên Rojava dike, lê belê hêzekê dide giştî Kurdistanê."

Destana Êzîdxanê, Şivano û Rewşen

Rozelîn Îbrahîm stranên ku Koma Cûdî a Dêrikê çêkiribûn û pê beşdarî mihrîcanê bûn vegot û wiha dom kir: "Strana ku me da bû çêkirin Destana Êzîdxanê bû, tiştekî wiha cûda hem gotin û hem jî saza wê. Ya herî girîng jî girêdayî êzîdxan û berxweniya wê ya ji dîrokê heya roja îro bû, ku me ew bibîr anî û nûjen kir. Strana duyem jî Şivano bû, çanda herêma Botanê a Bakurê Kurdistanê ye, behsa şivantî û koçeriyê dike. Berhema sêyem jî filiklorî bi navê Rewşenê bû, straneke Botanî ye. Armanca me ji van berheman ew e ku em xwedî li çanda xwe derkevin, filiklorê xwe bibîr bînin, mûzîka xwe ya kurdî pêşbixin stran û berhemên nû çêbikin û bighînin ber destê civaka xwe ya pîroz. Her wiha em gav bi gav bi afrînerî bi şoreşa xwe re bimeşin."