Di hefteya çandî ya Mexrîbê de çandên cuda tên gel hev

Li ser esasê rola jinan a di parastina mîrateya çandî ya Mexribê de, rojên çandê ku li Marakeşê dest pê kirin û wê 5 rojan li pey hev bidomin, rastî eleqeyek mezin a jinan tê.

RAJA KHAYRAT

Mexrîb – Di 16’ê Gulanê de bi armanca balkişandina rola jinan a di parastina mîrateya çandî de li Marakeşê bi dirûşma “Pirçandîbûn: Jinên Mexrîbê di navbera exlaq û estetîkê de” hefteya çandî hat organîzekirin. Çalakiyên ku di çarçoveya hefetaya çandî de wê heya 20’ê Gulanê bidomin ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek pir mezin tên.

Xebatên cur be cur

Amadekara hefteyê û Cîgira Serokê Zanîngeha Cadî Ayyad Fatima El-Zehra Aflahan der barê hefteya çandî ya hatiye organîzekirin de wiha got: “Armanca xebatê ew e ku ji nirxên bedew ên ku di her tiştê ku jin tê de bi pêş ketiye û rola wan a di xurtkirina vê çandê de diyar dibe û ji nifşên paşerojê re ku divê wê biparêzin û xurt bikin. Her wiha ev rûniştina ku dê hefteyekê bidome dê tê de civînên çandî, semînerên zanistî, gotûbêj û nîşandana hejmareke belgefîlm û fîlman hebin.

Hunermenda plastîk a bi eslê xwe Rûsî Olga Leila bi tabloyên ku tê de jinên Mexribê bi cil û bergên xwe yên cihêreng xêz kirine beşdarî pêşangehê bûbû. Olga Leila anî ziman ku ew bêtir ji sî salan e li vî welatî jiyaye û vê serdemê derfet daye wê ku li ser xwezaya jinên Mexribê û cil û bergên wan ên cihêreng û kevneşopiyên wan li gorî herêmên ku lê dijîn fêr bibe. Olga Leila anî ziman ku naskirina çanda heremê jê re bûye çavkaniyek îlhamê û wiha domand: “Herî zêde jinên Mexribê bala min dikşînin. Ew gelek kevneşopiyên ku welatê wan diyar dikin diparêzin û girîngiyek mezin didin cil û bergên kevneşopî (kaftan, kandûra) û zêrên ku di dema bûyer û şahiyan de li xwe dikin.”

Çand û pêkhateyên cuda hatin gel hev

Li gorî organîzatoran, rojên çandî dê bi semînerên zanistî yên li ser mijarên eleqedar ên "perwerde û çanda li ser wekheviyê" û "dîroka civakî ya mezinkirina keçên Mexribê di serdema pêş-kolonyaliyê de", ji bilî nîşandana belgefîlman, werin vehewandin. Her wiha bal kişandin ser tecrubeyên jinan di warê derhêneriya fîlman de û teqez kirin ku ev hefteya çandî ya di bin dirûşma "Jinên Mexribê di navbera exlaq û estetîkê de" dest pê kir, derfetek e ji bo ronîkirina rola jinan di xurtkirina pêwendiyên dîrokî yên ku pêkhateyên Mexribê bi girêdan û çandên xwe yên curbecur û hevgirtina van çandan û bihevrebûna wan bi hev re bê ferq û cudahî digihîjîne hev.

Derhênera Mexrîbî Aiza Jenini jî bi beşdarbûna xwe ezmûna sînemayî ya nêzîkî nîv sedsalê bi beşdaran re parve kir. Aiza Jenini anî ziman ku ketina wê ji bo cîhana belgefîlmê berê ne plankirî bû, bal kişand ku belgefîlmên ku wê derhênerî kirine yan jî hilberandine, bi riya wan dewlemendî û cihêrengiya mîrata stranbêjiya Mexribê ya muzîka Gnawa, Malhoun, Aita û muzîka Endulusî radixe ber çavan.