Di Festîvala Fîlmên Jinan de li ser pirtûkên jinan hat nîqaşkirin

15’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salê ku ji aliyê Komeleya Bouregreg ve bi piştgiriya Meclîsa Kolektîf a Bajarê Salê ya Mexribê tê lidarxistin, wê 1’ê Cotmehê roja Şemiyê bi dawî bibe.

RECA XÊRAT

Mexrib - Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salê bi du riyên cuda ji bo du nivîskarên Mexribî, endezyar Yasmîna El-Sibêhî, bi pêşkêşkirina pirtûka xwe ya “Mesar El-Weliyat El-Salîhat Bil Mexrib” û çalakvana jîngehparêz û nivîskar Hesna Şehabî re bi romana xwe ya “Zehret El-Larenc” pîroz kir.

“Pênûsa jinan pênûseke afirîner a pir taybet e”

Hesna Şehabî da zanîn ku romana wê ya bi navê "Zehret El-Orenc" gera jinan e ku di nav riyên gotin û ziman de ji bo rizgariyê û razên bedenê digerin û wiha got: “Romanek e ku dîroka bêedaletî û zilma ku di van salên dawî de li ser jinan hatiye kirin di lêpirsînê re derbas dike, ji ber ku mal bûne qada tecawiz û tacîzê ku qurbaniyên wan jin bûne. Jin di romanê de li dijî pîvan û kevneşopiyan serî hildidin ji desthilatdariya baviksalarî dûr dikevin. Pênûsa jinan pênûseke afirîner a pir taybet e.

Dibistanên kevnar ên ku jinan ava kirine hene”

Endezyar Yasmîna El-Sibêhî diyar kir ku pirtûka wê ya bi navê "Mesar El-Weliyat El-Salîhat Bil Mexrib" bi Fransî hatiye çapkirin û wiha pê de çû: “Wergera Erebî ya pirtûka min dê di demek nêzîk de were çapkirin û bi navê ‘Esrar û enfas weliyat sûs û fas’ were çapkirin. Asoyên nû li ber min hatin vekirin hiştin ku ez pirsgirêkên civakê bi taybetî jî pirsgirêka jin û ciwanan fam bikim. Divê ku em xwe bi nirxên estetîk û manewî, hezkirin û toleransê dagirin da ku van ceribandin û zehmetiyên cîhan di dema niha de tê re derbas dibe derbas bikin. Hezkirin bingeha hebûna mirovan e, ji ber ku ew çekek bi hêz e dikare li hember her cure cudakarî, bêhevsengî, kîn û şerên ku mirov li her çar aliyên cîhanê li dijî birayên xwe dimeşîne, bisekine. Jin di perwerdekirina mirovan de roleke pir mezin lîstine lê di dirêjahiya dîrokê de tu kesê behsa rola wan nekir. Ez bang li ciwanan dikim ku vegerin perwerdeya giyanî û lênihêrîna mîrasê, ji bo kêmkirina diyardeya xwekujî û narkotîkê.”