Di Festîvala Biharê ya li Teqteqê de ked û berhema jinan hat pêşandan
Di Festîvala Biharê ya 3’yemîn de ku li bajarokê Teqteqê yê girêdayî Qelatê hate lidarxistin de, jinên ji deverên cuda yên Kurdistanê berhemên xwe yên destan, xwarinên kevneşopî û çîrokên jiyana xwe ji mêvanan re nîşan dan.
Qelatê – 3’yemîn Festîvala Biharê ku li Parka Geştiyariyê ya Kerenaw li bajarokê Teqteq ê Qelatê hate lidarxistin, îro bi dawî dibe. Festîval, ku berhemên malê, hunerên destan, çalakiyên zarokan û çalakiyên çandî pêşkêş dikir, bi beşdariya gelek jinan hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî festîvalê bûbûn çanda kevneşopî ya Kurdî zindî hiştin, her wiha berhemên xwe nîşan dan, bi vî awayî rola xwe di jiyana aborî û civakî de bêtir dan xuya kirin.
‘Gelê Teqteqê alîkariya me kirin’
Welatiya bi navê Fatima Mehmûd ku bi xwe ji Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2014’an koçber bûye li bajarokê Teqteqê dijî. Fatima destnîşan kir ku dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê bajarê Kobanê kirin ew ji warê xwe bûne û wiha got: “Dema ku DAIŞ ket nav bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê. Em hemî koçber bûn. Keçek min hebû û ez di kurê xwe yî sê mehî de ducanî bûn. Ji bo min pir zehmet bû û em bi du zarokan koçber bûn. Lê gelê Teqteqê alîkariya me kirin. Ger rewş aram bibe ez ê dê vegerim bajarê xwe.”
Fatima li gotinên xwe zêde kir: “Ev cara yekem e ku ez beşdarî festîvalê dibim û ez kêfxweş im ku min karîbû werim, ji ber vê yekê min dolmaya Kobanê bi şîraniyan re anî ji ber ku dolmaya Kobanê ji yên Teqteqê cuda ne.”
Dunya Piştîwan, nişteciha Teqteqê, di pola 12’an de ye û xwediya pêwîstiyên taybet e. Lê belê van astengiyan rê li ber pêk anîna aramncên wê negirtin.
Dayika Dunya, Payman Seyîd Esad destnîşan kir ku ew bi keça şanaz û serbilind e û wiha dewam kir: “Ez bi keça xwe Dunya serbilind im. Ew pir wêrek e û alîkariya min dike. Her çend Dunya xwedî pêwîstiyên taybet be jî. Lê ew her dem alîkariya min dike.”
Şataw Ellakaram, ku ji bajarokê Tuwêla hatiye, got: “Ez 13 sal in xwarinê çêdikim û ez diçim hemû festîvalan. Roja Pêncşem û Înê em diçin Hewramabadê li Tuwêla û li wir xwarinê difiroşin. Her çend dijwar be jî, ez bi xwe ji karê xwe hez dikim.”
‘Xwarina Kurdî tenduristir e’
Rengîn Ellakaram, xwişka Şataw, ku kulîçeyên guzan çêdike diyar kir ku ew ji 11 salan ve beşdarî festîvalên xwarinên Kurdî dibe. Her wiha got xwarina Kurdî ji xwarinên dema niha tenduristir in.
Nesrîn Hesen, nişteciha Qelatemê ya Xelxelanê ye got: “Ez yekem jina li herêmê me ku dest bi hunerên destan û dirûtinê kiriye. Ji zarokatiya xwe ve di salên 1980’yan de min dest bi çêkirina tiştên destan kiriye. Ez şanazbûm ku vî karî dikim. Bila ez ji we re vebêjim ka gelê Kurd di demên berê de çawa jiyan dikirin.”