Di bin siya şer de huner: Bi rengan Taîzê vedijîne
Di pêşangeha xwe ya yekem a takekesî de li Taizê, hunermenda ciwan Umeyma el-Hemadî êş, hêvî û hesreta aştiyê ya gel bi hestiyariyeke jinane anî ser kanavokên xwe. Pêşangeha bi navê "Biriqîna Rengan", di sê rojan de bala gelek kesan kişand.

RANIA ABDULLAH
Yemen – Li bajarê Taîzê yê başûrê rojavayê Yemenê, wênesaza ciwan Umeyma el-Hemadî bi pêşangeha xwe ya yekem a takekesî "Biriqîna Rengan", rêwîtiyek balkêş a hunerî da destpêkirin. Pêşangeha li bajarekî ku di bin siya şer de mabû, hate lidarxistin; li ser êşa gel, hêvî û berxwedana çandî disekine.
Umeyme, ku ji Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Taîzê derçûye got ku ew ji zarokatiyê ve bi wênesaziyê re eleqedar bûye û bi taybetî bi piştgiriya bavê wê, ev hewes veguheriye xewnekê: "Dema ku ez zarok bûm, min her tiştê ku bala min dikişand xêz dikir. Bi teşwîqa bavê min, min ev xewn hembêz kir."
‘Bi rêya wênesaziyê ji cîhanê re vedibêjim’
Tevî şert û mercên dijwar Umayma ku xwe pêşxistinê didomîne, derfetên sînorkirî yên perwerdehiya hunerî li Yemenê wiha anî ziman: "Amûrên perwerdehiyê yên nûjen tune ne û pêşangeh kêm in. Lê min bi temaşekirina vîdyoyên xêzkirinê li ser YouTube xwe pêş xist."
Umeyme, ku ji perspektîfeke jinane nêzî hunera xwe dibe, diyar kir ku wênesazî ji bo wê diyalogeke navxweyî ye: "Tabloyek ku ji hêla jinekê ve hatiye xêzkirin hem hest û hem jî kûrahiya pirsgirêkê vedibêje. Wek jinek û mirovek, ez pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rêya wênesaziyê ji cîhanê re vedibêjim."
Hezkiriyên hunerê serdana pêşangehê dikin
Hezkiriyên hunerê yên ku serdana pêşangehê kirin, bandorên xwe yên kûr li ser berheman anîn ziman. Ehlem el-Şîbanî bi taybetî bal kişand ser tabloya ku "zilamekî pîr ku barê bajêr hildigire" nîşan dide. Hanîn el-Axwanî heyraniya xwe ji bo "tabloya ku Kela Qahîreyê nîşan dide, xewn, muzîk û hunera Taîzê nîşan dide" anî ziman.
Huner dibe şêweyek berxwedan û hêviyê
Pêşangeha "Biriqîna Rengan " careke din nîşan da ku heta di siya şer de jî, huner dikare bibe şêweyek berxwedan û hêviyê. Firçeya Umeyma el-Hemadî rengên nû anî dengên bihêz ên jinan dema ku êşa Taîzê vedigot. Bûyerên din ên bi vî rengî, ku bingeha çandî ya bajêr vejînin, ne tenê dikarin hunermendan, lê di heman demê de civakê bi tevahî jî qenc bikin.