“Dermanxaneya we di metbexa mala we de veşartî ye…”

Şêxa Misto ya ku rêwîtiya xwe ya 62 salan bi ked, avakirin, afirînerî û perwerdekirina zarokan û xwedîkirina pez û lawiran, li kêleka çinîna pembo û genim derbas kiriye, ji me re behsa dermanxaneya ku di mala her jinekê de veşartî ye kir û da payin ku divê afirînerî û xuliqkarî her li pêş be.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Dema ku jin afrîner be, tirs li ser cîhanê û gerdûnê nabe. Ji ber ku dayik, xwedawend, afirîner, xuliqkar û kedkar in, ji lewre xwe wekî mêr nahesibînin û xwe bi wan re qiyas nakin. Di Rojhilata Navîn de û giştî cîhanê de, rola dayikan ji bav û mêran zêdetir e û li pêş e, yek ji aliyê zanyariyan ve dayik li pêş e û di aliyê pratîkê de jî ew yekem kesa ku her tiştî diceribîne, berî ku bide zarok, malbat û civaka xwe. Şêxa Misto, dayikeke ji navçeya Til Temira Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Yadê Şêxa 62 salên xwe di rêwîtiyên bi wate re derbas kiriye. 60 sal in, şêxa bîranînên dayik, bav û bapîrê xwe di hafîzeya xwe de kom dike û ji nifşên nû re behsa wê ked, eşq, xebat û jiyana bi wate û komînal dike. Vê carê me xwest ku em bi hev re li rêwîtiya yadê Şêxa guhdar bikin û bixwînin.
Ji germahiya rojên berê, çend kêlî
Şêxa di destpêka axaftina xwe de bi germahiya rojên berê çend bîranînên xwe wiha parve kir: "Ji ber ku berê em li gundan bûn, em jî li gorî wê tevdigeriyan. Ji bêriyê bigre heya avdana pembo, çinîna wê, dotina pez û çêkirina penêr heya tiştê ku tê bîra we. Ya herî bi wate tama kedê ye, dema ku mirov xwêdan dide û diweste, wê demê bi tama kedê hîs dike û pê kêfxweş dibe. Tevger û meş gelekî baş e ji bo tenduristiya mirovan, ji lewre em heya niha li ser lingên xwe mane û em çalak in. Mirovê ku neweste û her dem rûniştî be, helbet wê bi gelek nexweşiyan re rû bi rû bimîne. Mînak, ez niha li bajar dijîm û tevgera min zêde tune ye, ez bi nexweşiyan re rû bi rû dimînim, lê berê dema ku ez li çolan û nav erd û zeviyan de bûm, kes wekî min zîrek tune bû. Ev nêzî 10 sal in jî min firoşgehek ji xwe re vekirî ye û ez şev û roj li ber wê me. Ez ji keda ku didim razî me, ji ber ku bi westînê tê."
“Hermel gihayekî çolê ye lê dermanekî aktîf e”
Şêxa li aliyekî din ji me re behsa gihayê Hermelê kir û fêdeyên wê wiha rêz kir: "Gihayê hermel ê, gihayekî ku zêdetir li çolê û li ber rêyan çêdibe. Piştî barîna barana buharê şîn tê û heya dawiya payîzê jî dimîne. Hermel ji bo tenduristiya mirovan gelekî bi sûd e, hem ji bo dûrxistina enerjiya nebaş ji malê û hem jî ji hinayê re jî dibe ku mirov pê li serê xwe bike da ku baş bibe. Mînak em carna hermel, tevî pelê pîvaz û sîran û hinek xwê tevlihev dikin û wiha dişewitînin û li hundirê malê digerînin. Ev ji bo ku beran were gayê jî dibe, êşa serî baş dike û bayê dikeve laşê mirovan dertîne derve. Ev tiştê ku niha ez dibêjim, em ji dayik û bav û bapîrê xwe fêr bûne, me ev zanyarî ji wan girtiye û heya roja îro aniye."
Ev in, gihayên ku we ji nexweşiyan diparêzin, bêyî ku hûn agahdar bin
Şêxa bal kişand ser bikaranîna hebreşk û zeyta zeytûnan û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Hebreşk ew dermanê hemû nexweşiyan e. Hem derman e, hem ji bo xwarinê tê bikaranîn. Dema ku em hebreşik û zeyta zeytûnan tevlihev dikin û dikutin, pê hemû laş tê mizdan û paşê laş ew zeyt û hebreşkê vedixwe û nerm dibe û wiha hemû êş derdikeve derve. Ev dermanên xwezayî ne, ji nava dîrokê de hatine, ne ku em dibêjin, ev zanyaran jî lêkolîn kiriye. Ya din jî hebreşk ji bo zeyîfbûnê tê bikaranîn lê divê ku mirov serê sibehê li xwurînî û piştî xwarinê bixwe. Zeyta zeytûnan, hebreşk, sîr û pelên pîvazan tevlihev dikin, li ser agir hinekî dihêlin û tevdidin, paşê tê valakirin û ew zeyt tê cudakirin, ev jî ji bo por dirêj bike, biparêze û xurt bike tê bikaranîn. Di heman wextê de jî sîr gelekî bi sûd e. Du lib sîr li xwurînî mirov bixwe, bi xwe tansiyona xwînê dadixîne. Wê demê pêwîstiya me bi bijîşk û nexweşxaneyan namîne. Ya herî girîng û kes nizane jî ew e ku sîr û pîvaz dihêlin mirov zû bi zû bi nexweşiya penceşêrê nekeve û pêketina wê dereng bihêle û zû belav nebe."
“Dermanxaneya we metbexa we ye”
Şêxa da zanîn ku ew dermanên kîmyewî ku ji derveyî sînorên Sûriyeyê tên, ji gihayên axa wan çêdibin û wiha pêl da gotinên xwe: "Ew dermanên ku hûn li nexweşxane û dermanxaneyan dibînin, hemû ji giha, nebat û axa me ya bi xêrûber çêdibin. Hemû berhemên vê axê ne, tiştekî ku ji ber xwe ve çêbibe jî tune ye. Lê ji ber têneghîştina nifşên salên nû, ev agahî kêm kes pê dizanin. Ji gihayên ku di mal û metbexa te de hene, tu bi xwe dikarî dermanan çêbikî û bi kar bînî. Gelek derman li dermanxaneyan tên dîtin, kesên nexweş wê bi kar tînin, ev tenê êşê didin rawestandin çend saetan lê yên ku nexweşiyê bi temamî derman dike û ji holê radike, gihayên xwezayî ne. Xweza bi xwe derman e lê civaka me ji vê yekê dûr e. Dermanxaneya hemû malbat û kesên nexweş ne nexweşxane ango dermanxane ne lê belê di hundirê malê de ye, ew jî metbex e lê gelek kes rastiya wê nizanin û berê xwe nadin wê."
“Av û xwê derman e lê divê ku xuliqkarî hebe” 
Şêxa got ku heya av û xwê derman e û wiha pêde çû: "Ew av û xwêya malê jî derman e. Dema ku lingên min ji êş ango westînê diwerimin, ez legenek tînim, ava hinekî tîna wê hebe û kulmek xwê tevli hev dikim û lingên xwe dixim nava wê. Piştî saetekê baş dibe û hemû êş diçe. Berî demekê, leşmaniya di destê min û du cihan de derketin lê min boyaya pêlavan lê kir û wiha destê min baş bû û ew heb çûn. Divê ku mirov afirîner û xuliqkar be, ne wiha be wê êş û nexweşî zora me bibin. Du sal in nexweşiya şekir bi min re çêbûye lê li malê min xwe ji gelek tiştên ku zirarê didin min, qut kiriye. Divê ku don û şêranî zêde neyê xwarin û çaya bê şekir divê were vexwarin û sîr zêde jî werin xwarin. Ev tenê têrê dike ku şekir dakeve û mirov ji vê nexweşiyê xilas bibe."
Sabûna ku rû û çerm diparêze
Şêxa ji ber ku gelekî xwedî tecrube ye, vê carê ji me re bal kişand ser sabûna zey el-xar û wiha domand: "Zêdebûna çêbûna spiyan di serê zarok, jin, mêr, kal û ciwanan de gelek sedemên wê hene. Lê yek ji wan sedeman ew e ku êdî sabûna zeyt el-xar nayê bikaranîn. Rû nerm dike û çerm ji qulikan diparêze. Helbet, dema ku mirov vegere dîroka dapîr û bapîrên me, em ê gelek tiştan bibînin û nas bikin."
“Xwedî li wê kedê derkevin”
Şêxa bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Ez gelekî dixwazim her kes li rojên berê, bîranîn û dîroka xwe ya berê ya kevnar vegere û wê biparêze. Xwedî lê derkevin û keda dapîr û bapîrên xwe li erdê nehêlin."