Derhêner Intîsar Hezîm: Cîhadîst rê nadin ku huner an jî jin hebe

Çêker û derhênera fîlman, senarîsta fîlm û televîzyonê û mamosteya nivîskariya senaryoyê Intîsar Hezîm a ku koçberek Elewî ye, diyar kir ku cîhadîstên HTŞ’ê rê nadin ku huner an jî jin hebe, ev jî tê wateya windakirina çanda gelan.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Intîsar Hezîm di sala 1974’an jidayîk dibe, bi eslê xwe Elewî ye û li parêzgeha Humisê ya Sûriyeyê jiyan dikir. Elewiyan jî para xwe ji komkujiyên ku HTŞ’a cîhadîst pêk anî, girtin û bûn şahidê komkujiyên herî bixwîn.

Ji ber nebaweriya bi hêza rêveberiya demkî û parastina Elewiyan, Intîsar tevî malbata xwe berê xwe dide herêmeke ewletir ku wê wekî jin biparêze, tê de nasnameya wê ya Elewî neyê bipêkirin û were parastin. Intîsar îro li Rojava bi Komîna Fîlm a Rojava re rêwîtiya xwe ya sînemayê didomîne. Di demeke ku HTŞ’a cîhadîst jiyan û hûnerê bi giştî li Sûriyeyê qedexe dike de Intîsar, bi rêyeke nû û li perçeyekî nû ku dikare lê bi ya xwe be, rêwîtiya xwe ya sînemayê bihêztir didomîne.

Çêker û derhênera fîlman, senarîsta fîlm û televîzyonê û mamosteya nivîsandina senaryoyê Intîsar Hezîm, ji ajansa me re behsa rêwîtiya xwe kir.

Bi nivîsandina kurteçîrokan destpê kir

Intîsar bi nivîsandina kurteçîrokan dest bi rêwîtiya xwe kir û bi gotina ev “destpêk bû” xebatên ku di salên dirêj de çêkirî tîne ziman. Intîsar got ku: “Beşdarî gelek festîvalan bûm û min gelek pirtûkên çîrokan çêkirin.”

Intîsar diyar kir ku piştre dem hatiye, fêrî senaryoya sînemayê bûye û bi hezkirin ev beş xwendiye. Ji serkeftin û pisporbûna nivîsandina senaryoyan, derbasî beşa derhêneriyê bûye û wiha rêwîtiya wê dewam kiriye.

‘Pencereyên Girtî’ nexşerêyek nû bû

Bi fîlmê xwe yê yekem Pencereyên Girtî (Closed Windows), ji bo ramanên wê ji kaxezê ber bi wêneyan ve, di cîhana sînema û derhêneriyê de veguherînek nîşan da û ev ji jiyana wê re nexşereyek nû bû.

Hevkara serkeftinên saziyên sînemaya Sûrî

Intîsar bi çêkirin û derhêneriya fîlmê ‘Pencereyên Girtî’ û bi ‘Tama Avê’ di cîhana sînemayê de gaveke din davêje, zêdetir ber bi xwe ve diçe û hêza xwe ya hundir ferq dike. Lê Intîsar ne tenê ji xwe re, ji bo hevalên xwe û saziyên sînemayê jî senaryo nivîsand û bû hevkara serketinên wan jî. Intîsar hestên xwe yên ketina cîhana sînemayê wiha pênase dike: “Ezmûnek ecêb bû. Bi taybetî piştî ku yekem car li pişt kamereyê sekinîm, min di wan kêliyên destpêkê de hîs kir ku divê ez winda bibim an jî xwe veşêrim.”

‘Jinbûn û derhênerî’ hevkêşeyek pir dijwar e

Intîsar zehmetiya ku pê re rû bi rû ma bi gotina “jinbûn” anî ziman û rastiya hişmendiya baviksalarî ya ku xwe berdaye nav saziyên akademîk û zanistî jî piştrast kir. Intîsar got ku di heman demê de bûyîna derhênerek fîlman û jinbûyîn pir dijwar e û wiha berdewam kir: “Ev hevkêşeya li Rojhilata Navîn pir dijwar e ku meriv bi dest bixe. Her çiqas min kar kiribe jî dîsa bi nêrîneke biçûktir li xebata min dihat nihêrtin û ked biçûk û kêm dihat dîtin. Îspatkirina hebûna xwe ya wek jinek, ne hêsan bû.”

Çawa got ‘Ez jî heme’?

Intîsar balkişand ser rasteqîna sînemaya li Sûriyeyê û wiha got: “Sînema li Sûriyeyê pir lawaz bû û sînemayek taybet û serbixwe jî nebû, her tişt girêdayî saziya sînema ya giştî bû. Ji ber sînemayek taybet nebû, derfetên ku jin wekî xwe bi awayek çalak di vê sînemayê de cih bigre, tunebû.”

Intîsar bi berxwedanî, bi bawerî, bi hêz û jêhatîbûna xwe di cîhana sînemaya û hişmendiya lê serwer re, got “ez jî heme.”

Intîsar û komek derhênerên jin yên Sûrî dixwestin çi bikin?

Intîsar wek jinek ku di nav zehmetiyên kişandiye de hewl da ku ji karê xwe yê derhênerî û senarîstiyê sûd werbigre, li ser pirsgirêkên jinan bisekine ku bihêle jin bibe ya xwe û hebûna wê di qadê de, çalaktir be. Intîsar dibêje ku ev proje ji bo wê ya herî girîng bû ku wê û komek derhênerên jin ên Sûrî gelek hewl dan vê projeyê ava bikin û bêtir bicîh bikin.

Proje ji komeke derhênerên jin pêk dihat, wê ji bo pêşkêşkirina fîlmên li ser jin û zarokan bixebatiya. Lê belê, li gor nêrîna Intîsam ji ber şert û mercên siyasî proje temam nebû.

Sînema dibe çeka rastîn a bandora rasterast

Intîsar sînema wekî çekek herî girîng û rastîn ku dikare pê bandorê li civakê bike, bi nav kir û wiha got: “Sînema rasterast bandor dike. Ji ber xwe dispêre hêmana dîtbarî. Tamaşevan dikare ji tamaşekirina fîlmek bi nêrîneke din û hedefek nû derkeve. Tiştê herî xweş di sînemayê de, bandorbûna wê ya vî alî ye. Ya ku ez dixwazim bikim jî ev e; tamaşevan fîlm fêm bike.

Bi ramanên cîhadîst hûner nameşe

Intîsar rewşa ku niha Sûriyê tê de derbas dibe, ji girtin û qedexekirina qadên hûnerê heta sînema û mûzîkê ji aliyê HTŞ’ê ve, bibîr xist û got: “Ger em behsa çend mehên dawîn bikin, em ê bibînin ne tenê sînema bi giştî ramanên çandî û giştî cûreyên hûnerê tên qedexekirin û girtin. Hûner tê dorpêçkirin. Ramanên ku dixwazin pê Sûriyeyê ava bikin, ramanên cîhadîst in. Bi cîhadîstiyê qet nabe û rê nadin ku hûner an jî jin hebe.”

Jin di Sûriyeya nû de nikare dayîktiyê jî bike

Intîsar rastiya heyî ya li Sûriyê, bi gotina “Jin di van rewşên ku Sûriye dijî de nikare dayîktiya xwe bi awayekî rast bike, ne ku bibe mamoste an jî parêzer” radixe ber çavan. Her wiha guhertina rewşê bi guhertina siyaseta li welat pêkan ve girê dide.

Jinên Sûrî di navbera du bijardeyan de ne

Intîsar rewşa ku niha jinên Sûriyê dijîn, bi gotinên “Gelek derhêner û sînemegerên jin heta parêzer û bijîşkên Sûrî hene ku derûniyek ne baş dijîn. Jin di navbera destberdana ji pîşeya xwe û reva li derveyî welat de mane. Derkevin, dest bi jiyaneke nû bikin an jî bimînin û li berxwe bidin. Jin li Sûriyeyê di nav her du bijardeyan de ne” bilêv kir.

Çima berê xwe da Rojava?

Intîsar têkiliya xwe ya bi gelê Kurd re mîna têkiliya kevintirîn pênase dike. Li ser gelê Kurd dibêje: “Rewşenbîr in, zindî ne û ji jiyanê hez dikin.” Ji ber wê gava ku Intîsar tevî malbata xwe biryar dide ji Humisê derkevin, çav û rêya wan destpêkê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji bo wê jî dikeve nav Komîna Fîlm a Rojava.

Ferqa di navbera du sîsteman de  

Derbarê nêrîna xwe ya li ser sînemaya Rojava de jî Intîsar dibêje; “Hedefek zelal heye li vir, ku bighêjin sînemaya rastîn ev hedef bû ku me li hundir Sûriyê nedidît û pêwîstiya me pê hebû. Sîstema her du herêman ji hev cûda ye. Sîstema hundir ya Peravê û bi giştî Sûriyeyê, sîstemeke xwe dispêre saziyan e. Lê li vir sîstem xwe dispêre komunalbûn û kolektîfbûnê. Fikra komunalbûnê bandorê li ser rêbaza kar û jiyanê jî dike. Li ser berhemên ku komîn ava dike jî mirov rihê komunalbûnê hîs dike û dibîne. Tiştê herî mezin, zelalbûna raman e ku bi vê zelalbûnê têgihîştina heqîqeta sînemayê nêztir dibe.

5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava

Intîsar ji bo 5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ku wê di Mijdarê de were lidarxistin, hewl dide fîlmên Sûrî ji Misir, Îraq, Tûnisê kom bike da ku di mihrîcanê de cih bigrin. Armanca wê, pênaseyek baş ji sînemaya Sûrî re ye û avakirina têkiliyên hûnerî û sînamegeriyê di navbera Berava Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber di sînemayê de rûniştandina jiyanê dibîne.

Her kes bi xilaskirina jiyanê re mijûl e

Intîsar li ser komkujiyên ku jinên Elewî rastî wê hatin dibêje: “Rewş hîn germ e, zehmet e tu li aliyekî bisekinî û bi sînema bifikirî. Ev di pêvajoyek din de tê, piştî ku em gavekê şûnde bavêjin û bi nêrîneke firehtir li vê dozê binhêrin û bikaribin tiştekî ji bo wê ava bikin. Avêtina ronahiyê li ser vê doze gelek girîng e. Lê niha her kes bi jiyanê û xilaskirina jiyanê re mijûl bûye, ev berî her tiştî ye. Ji lewra hîn ji birîna Elewiyan xwîn dirijê, em nikarin bi çavê sînemegerekê mirovatiyê bidin aliyekî û dest bi xebatên sînemayê bikin.”

Êrîş û kiryarên HTŞ’a cîhadîst

Intîsar bi van gotinan bûyerên ku ji aliyê HTŞ’a cîhadîst pê re rû bi rû mane rêz kir: “Em rastî tiştên pir ne baş hatin, bi rêbazekî herî nexweş êrîş li ser malên me çêbûn, malên me rastî dizî û talaniyek mezin hatin. Em rastî bêrûmetiyê hatin û peyvên mezhebî yên acizker. Keçên hevalên min hatin revandin û ev ji tiştên herî zehmet in.” Intîsar bi eşkerekirina sûcekî din ku dikeve ser sûcên ku HTŞ’ê kirî, got: “Çend roj berê jî hatin keça cîranên me yê Humisê di mala wê de kuştin û çûn.”

Tenê berxwedanî li pêşiya me ye

Intîsar balkişand ser Sûriyeya ku di gelek şaristaniyan re derbas bûye kir û tekez kir ku fikrê cîhadîst û yê tarî wê dirêj neke û Sûriyê jê mezintir e. Heman demê got ku ji niha heta wê çaxê tenê rêya berxwedanê li pêşiya wan heye.”

‘Bêjin em hene’

Intîsar di dawiya axaftina xwe de wekî nameyek ji jinan re şand û got; “Bi hêvî me jinên ku hatine revandin careke din vegerin hembêzên dayîk û malbatên xwe. Her wiha hemû jin bikaribin bêjin em hene, çalak bibin û hebûna xwe ferz bikin. Sînema hunereke rewşenbîrî û dîtbarî ya pir sofîstîke ye. Heta ez xebatên sînemayê dikim ez zindî me. Ji lewra ne girîng e ezê  li ku û di çi şert û mercan de xebatên sînemayê bikim, ya girîng, di asta herêmî an jî navneteweyî de be.”

Xelatên ku Intîsar girtine

Intîsar Hezîm di rêwîtiya xwe ya sînemayê de xelatên wekî; Xelata derhênera herî baş ji bo fîlmê ‘Pencereyên Girtî (Closed Windows)’, xelata senaryoya herî baş ji bo fîlmê ‘Bi Tama Avê (The Taste of Water)’, xelata zêrîn ji bo senaryoya Current Reality a ji bo fîlmê ‘Navê Min Çîrok e (My Name is a Story), xelata Zêrîn ji bo senaryoya ‘Zarok Mîna Çûkan Difirin (Children Fly Like Birds), xelata senaryoyê ji bo ‘Pêdivî bû (It Had to Be)’ û xelata senaryoyê ji bo Fîlma Dirêj ‘Elya (Alia)’, wergirtiye.