‘Cil û bergên kevnar wek belgeyeke di dîrokî de tên xwendin’
Sanbel Şoceyî ya ku ji bajarê Urmiyê ye qala parastina cil û bergên Kurdî kir û wiha got: “Di cil û bergên Kurdî yên çandî de ezmûnên bi hezaran salan hene ku nifş bi nifş hatiye ragihandin.”
YARA AHMADÎ
Urmiye- Çanda her neteweyekê beşeke ji nasnameya wê netewê ye ku ji hev nayê veqetandin û mirov dikare gelek zanyariyan li ser hemû aliyên dîrokî yên wê netewê bi rêka çanda wê bi dest bixe. Cil û berg dikare yek ji hêmanên sereke yên çandê were hesibandin. Bikaranîna cil û berg, xemilandin û şêwaza wan dikare der barê nasnameya çandî, civakî û dîrokî ya komek mirovan de gelek agahiyan nîşan bide.
Cil û bergên Kurdî tevî guhertinên çandî û derketina şêwaz û şêweyên cil û bergên cuda yên ku li cîhanê serwer in, hîna jî ji aliyê gelê Kurd ve di jiyana xwe ya rojane de tê bikaranîn û li hevhatina vê cil û bergê ji bo demên cuda ji mijara estetîk wêdetir nîşana esnek bûn û bikêrhatina wê ye. Cil û bergên jinên Kurd li herêmên cuda yên Kurdistanê û heta li gorî curê bikaranîna wan jî cuda dibe û di dirûtina wê de qûmaşên curbecur wek bergan, hevrîşim, qedîfe û hwd. bi şêweyên cuda tên bikaranîn.
Şêwekar Sanbel Şoceyî ya ji Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê derbarê cil û bergên kevnar ên Kurdî de axivî..
Sanbel Şoceyî, di destpêka axaftina xwe ev tişt got: “Ez li bajarê Urmiyê dijîm. Min li zanîngeha Şîrazê beşa şêwekarî û dirûtinê qedandiye û nêzî 17 sal in ez di vî warî de dixebitim.” Sanbeş Şoceyî, wiha got: “Daxwaza vê beşê li gorî berê zêdetir bûye û pir kes dixwazin di vê beşê de kar bikin. Her çend ev beş nêzî 60 sal in li welatên Ewrûpayê wekî pîşesazî tê hesibandin lê ev nêzî deh sal in li herêma me di bazar û warê hûner de wek qadeke pîşeyî hatiye qebûl kirin û min bi xwe jî di vî warî de gelek hewl da û pê re eleqeder bûm.”
‘Cil û bergên Kurdî weke muzexaneyekê ne’
Sanbel Şoceyî, der barê pêşwazî kirina gel ya cilên Kurdî de ev tişt dibêje: “Ger em bixwazin cil û bergên Kurdî di jiyana rojane de were bikaranîn, wek berê zindî bimîne û ji holê nerabe divê bi şêwazê nûjen were parastin û li gorî şert û mercên Estetîk û Sosyolojiya îroyîn were şêwe kirin. Cil û bergên Kurdî taybetmendiya vê erdnîgariyê ye û ji aliyê kesên ku li ser vê ernîgariyê dijîn ve hatiye dîzayn kirin û di dîrokê de cihê xwe kiriye. Pêvajoya çêkirina cilên Kurdî xwezayî ye û mirov dikare pêşdeçûna dîrokî û rewşên çandî, siyasî, olî û erdnîgariyê tê de bibîne. Cil û bergên Kurdî weke muzexaneyekê ne û weke belgeyek dîrokî tê xwendin.”
‘Divê em cilê Kurdî biparêzin û nehêlin tune bibe’
Sanbel Şoceyî, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di pêvajoya ku cil jî wek hertiştî ji xwezayî bûna xwe derketiye de parastina cil û bergên Kurdî gelek girînge û wiha got: “Di 30 salên dawî de jîngeha jiyanê guheriye û cil û berg jî hatine guhertin. Dema em li ser cil û bergên jinan di 300 an 400 salên dawî de lêkolîn dikin em digihijin wê encamê ku divê em wan neguherînin û divê wan li gorî şertên jiyana rojane ya xwe guncaw bikin. Bi şert û mercên giştî yên cîhanê re cil û berg jî hatiye guhertin. Îro cil û berg bûye yekreng û divê em cilê Kurdî biparêzin. Lewma bêyî guhertina giştî û bi guhertinên rast di hurguliyan de wan biparêzin. Cil û bergên Kurdî bi zanabûn hatiye dîzayn kirin û mirov dikare ezmûnên hezaran salan ku nifş bi nifş hatiye ragihandin, bibîne.”
‘Cil û bergên berê jî parçeyek ji dîrokê ne’
Sanbel Şoceyî, der barê nêzîkatiyê nifşên nû ya ji bo li xwe kirina cilê Kurdî de wiha dibêje: “Nifşên îro dema cilê dayîk an dapîra xwe li xwe dikin li gorî şertên îro hinek beşên wê diguherînin, lê resenîya wê cilê zîndî dimîne. Nifşên nû jî bi cil û bergên Kurdî re eleqedar in. Di van rojan de cil û bergên herêmî ji cil û bergên Kurdî yên resen tên wergirtin. Dibe ku di hin cil û bergan de parçeyên girîng ên cil û bergên Kurdî hatine rakirin û ev jî pêvajoyek ji dîroka cilê Kurdî ye. Her wiha dibe di salên pêş de ji nifşên nû li gorî şert û mercên heyî cilên Kurdî li xwe bikin. Divê em bizanin ku ew jî rûpelek dîrokê nîşan didin û cil û bergên berê jî parçeyek ji dîrokê ne.”
‘Kember ji bo parastina pişt û zikê jinan dihat bikaranîn’
Sanbel Şoceyî, der barê têkiliya di navbera şekil û reseniya cilên Kurdî de dibêje: “Ez dixwazin der barê kurahiya resenî û bi kok bûna cilên herêmî yên Kurdan de balê bikşînim li ser kemerê ku jin û mêrên Kurdan bi salane bikar tînin. Bikaranîna wan kemera pir zêdeye. Berê mêran ji bo kemerê pênc an şeş metrî wek xelek bikardanîn ku ji çiyayên asî derbas bin. Beşa herî girîng a vê kemberê parastina laş û stûyê û di jinan de ji bo parastina pişt û zikê wan tê bikaranîn.”
‘Min di festîvalê de cil û bergên Kurdî pêşkêş kir’
Sanbel Şoceyî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez li Şîrazê tevlî mîhrîcana cil û bergên netewan bûm û cil û bergên Kurdî yê herêma Mako û Xoyê wek semînerek pêşkêş kir ku piştre wek materyal bigihije destê xwendevanan. Her wiha min di pêşangehek li Şîrazê de cil û bergên Kurdî da nasîn û pir kêfxweş bûm ku ji aliyê gelên din ve jî hate pêşwazî kirin. Di pêşerojê de jî ez ê tevlî mîhrîcanên cîhanî bibim.”