Bi riya stranbêjiyê hunera Kurdî diparêze

Nisrîn Dawûd a stranbêjek ji bajarê Qamişlo ye û ji zarokatiya xwe ve ji stranbêjiyê hez dike, dibêje ku ew bi riya stranbêjiyê hunera Kurdî diparêze.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo - Hunera Kurdî ya dewlemend bi dengbêjî û stranbêjiyê bi sedan salan hatiye parastin û di bîra civakê de maye. Her gelek bi çand û hunera xwe tê nasîn, mirovên ku hunera wan tunebe nasnameya wan jî tune ye. Gelê Kurd jî bi hunera xwe tê nasîn her stranbêjek bi gotina stranan parastina hunera Kurdî dike û dihêle ku zindî bimîne. Nisrîn Dawûd jî jineke Kurd e stranbêjiyê dike. Nisrî Dawûd li ser jiyana xwe ya hunerî axivî.

‘Divê hunera Kurdî were parastin û zindî bimîne’

Nisrîn dawûd behsa hezkirina xwe ya ji hunerê re û destpêkirina stranbêjiyê kir û got: "Ji 12 saliya xwe ve, ez li tembûrê dixim û di 2019’an de min dest bi stranbêjiyê kir. Armanca min bi stranbêjiyê destpêkê jêhatîbûna min bû, min xwest ez vê jêhatîbûnê ji hundirê xwe derxim û bibim hunermendeke Kurd a navdar û hunera me belav bibe. Gelek hunermendên Kurd hene bi riya stranbêjiyê hunera xwe parastine. Min jî xwest bi riya stranbêjiyê hunera Kurdî biparêzim û zindî bihêlim.”

‘Hezkirina hunerê di dilê min de mezin dibe’

Nisrîn Dawûd  behsa hunermendên ku ji wan bi bandor bûye û bi çi rengê stranbêjiyê dike kir û got: "Dema ku min dest bi karê hunerê kir, ez ji hunermendên nemir Mihemed Şêxo û Aram Tîgran bi bandor bûm. Ji min re behsa zehmetiyên ku hunermend Mihemed Şêxo kişandibûn dikirin, çawa ji hunera Kurdî hez dikir. Şêwazeke taybet a ku ez pê stranbêjiyê dikim tune ye lê piranî bi şêwazê hunermend Aram Tîgran stranbêjiyê dikim. Amûra muzîkê ya ku ez bi kar tînim tembûr e lê carna jî amûrên din ên muzîkê bi kar tînim."

‘Şoreşa Rojava ji bo me gelek derfetan ava kir’

Nisrîn Dawûd diyar kir ku ew dixwaze di demên pêş de stranên taybet ku gotin û awaz ên wê bin tomar bike û di dikana xwe ya amûrên muzîkê de jinên ciwan fêrî amûrên muzîkê û stranbêjiyê bike. Nisrîn Dawûd wiha bi dawî kir: "Ez dixwazim di pêşerojê de straneke bi gotin û awazên xwe tomar bikim. Di dema niha de min stranek li ser bajarê Serê Kaniyê tomar kiriye lê hê temam nebûye, ez hewl didim bêhtir li ser kar bikim. Min niha dikaneke amûrên muzîkê vekiriye, ez dixwazim di demên pêş de jinên ciwan ên ku jêhatîbûna wan di aliyê hunerê de heye fêrî tembûr û stranbêjiyê bikim. Hêviya min ji her jinê ew e ku jêhatîbûna xwe derxin holê û ji gotinan netirsin. Ji ber ku îro roj Şoreşa Rojava wisa derfet ji me jinan re afirandiye ku em dikarin tiştên di dilê xwe de bixin pratîkê û xwe îsbat bikin."