Bi perwerdeyên hunerî re zarokên koçber nefesekê distînin

Zarokên Efrîn Şehba bi perwerdeyên hunerî ya Tevgera Hîlala Zêrîn hem fêrî çanda xwe dibin hem jî di nava zurufa koçberî, şer û dorpeçkirinê de nefesek distînîn.

HESNA MIHEMED

Şehba- Tevgera Hîlala Zêrîn herêma Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi betlankirina dibistanan re deriyên xwe ji zarokên koçber re vekir. Bi armanca ku zarok di zurufê Şehbayê de ku her tim nav êrîş û dorpêçkirinê de ye nefesek bistînin u fêrî çanda xwe bibin Hîlala Zêrîn di meha Hezîranê de cara yekemîn perwerdeyên hunerî ji bo zarokan dan despêkirin.  Bi beşên muzîk, stran, govend, lêdana keman û tembûrê re nêzî 70 zarokî ji seranserî navçeyên kantona Şehbayê tevlî wan perwerdeyan dibin.   

Di heman demê de zarokên ku baş fêrî hunerekê dibin jî wê di demên pêş de dikarin bibin endamên Tevgera Hîlala Zêrîn. Li gor derfetên heyî hefteyê carekê ev zarok li navenda Hîlala Zêrîn kom dibin û perwerdeyên xwe dibînin. Rêvebera Hîala Zêrîn û zarokên ku perwerdeyên xwe dibînin bi me re axivîn.

'Xwestek pir e derfet kem e'

Rêvebera Hîlala Zêrîn Guneyî Mustafa behsa xebatên xwe kir û wiha vegot: "Em di rewşa qirkirin û tunekirinê re derbas dibin bi taybet êrîşên ku li ser me tên kirin dixwezin çand û hebûna me bidin pişaftin û windakirin. Her zarokek li gorî xwastek u elaqadariya xwe bi rengên cuda derdixînin holê, lewra ev perwerde hatin vekirin û xwedî li meraqên wan derdikevin. Bi eşq û hezkirinek mezin zarok berê xwe didin cem me, perwerde dibînin u pratîk dikin. Li gor derfetên heyî em heftane perwerde dikin. Rastî pir zêdetir zarok hene ku dixwazin tevlî perwerdeyên me bibin lê niha derfetê me ji bo qabulkirina hemuyan têrê nake. Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk u dorpeçkirina hukumeta Şamê hene. Wek mînak ji bo ku em zarok bînîn cihê perwerdeyê seyare u jê re mazot pêwiste, ew jî ji ber ambargo pir kêm e. Lê em ê bi demê re wan jî qabul bikin u perwerde bikin."

'Zarok siberojên me ne'

Di dawiyê de Guneyî Mustafa bal kişand ku nahêlin demên zarokên koçber vala derbas bibin lewra perwerdeyên hunerî jê re hatin vekirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Piştî dibistan hatin qedandin me xwest demên zarokan vala derbas nebin lewra me biryara perwerdekirina zarokan ku ji hemû navçe û gundên Şehbayê tên komkirin, da. Deriya tomarkirinê hîna jî berdewam dike. Hewildanên me ew in ku di demên pêş de ji zarokên tên perwerdekirin kadroyên hunerî ava bikin. Di vê gavê de wê çanda dayîkê her tim di nava gel de zindî bihêlin. Salane festîvala zarokan tên li dar xistin û ji bo wê amadekariyên mezin jî tên meşandin. Em ê nehêlin bandorê şer ser derûniyên zarokên me bikin."

 'Min hebûna xwe di gerandina govendê de dît'

Endama koma govendê ya Şehîd Ronahî Rohêv Hemo 13 sali ye ku perwerdeyên xwe ya folklorî di Hîlala Zêrîn de dibîne wiha dibêje: "Min bi moral û coş berê xwe da Hîlala Zêrîn ji bo xwe tomar bikim û derbasî perwerdeyên wan ên hunerî bibim. Piştî dibistana xwe qetand min dest bi perwerdeyên hunerî kir. Wan perwerdeyan me kêfxwêş dike. Di merheleya perwerdeyê de em fêrî govendên cur bi cur dibin. Ji bo ku mirov çand û kevnşopiyên xwe hîn bibe û zindî bihêle berê xwe bidin Hîlala Zêrîn. Dema perwerdeyê de wextê me pir xweş derbas dibe, em aciz nabin. Dinyayekî din a rengder li peşiya me vedibe."

'Kêfa min gelek ji stranên kurdî re tê'

Bêrîtan Hebeş jî yê ku cih di perwerdeya stranan de cih girtiye hestên xwe anî ziman û wiha got: "Em gelek kêfxweş bûn demê Hîlala Zêrîn deriyên xwe ji me re vekirin û em hembêz kirin. Em li vir perwerdeyên xwe yê stranan û fêrbûna dengbêjiyê dibînin. Bi rêya stranan em zimanê dayîkê her tim nûjen dihêlin û ji helandinê diparêzin. Kêfa min gelek ji stranan û dengbêjiyê re tê. Lewra xwesteka min ew bû derbasî koma stranan bibim û xwe tê de xort bikim ta ku êş û berxwedana gelê xwe di pêşerojê de bi rêya stranan ji cîhanê re parve bikim."