Bi komkirina 3 hezar berheman navenda çandê ava kir

Nagla Abu Nahla ya Filistinî ji bo parastina mîrasa dîrokî a welatê xwe 3 hezar berheman berhev kir û li bajarê dîrokî Qarara navenda çandê vekir.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Nagla Abu Nahla ya 31 salî du salan berhemên antîk ên dîrokî berhev kir û li bajarê Qarara yê Başûrê Şerîda Xezayê navenda çandê ya bi navê Qarara vekir. Nagla Abu Nahla destnîşan kir ku wê bi taybetî navendê li herêma dîrokî ya kevin Qarara vekiriye û got: “Hinek berhemên ku di bin axê de hatin veşartin hene, hinek ji wan jî ji aliyê extiyaran ve hatine parastin.”

Aksesuarên ku beriya Neqbayê dihatin bikaranîn li cihekî cuda hatine bicihkirin

Nagla Abû Nahla diyar kir ku di muzeya ku vekiriye de cilên jinan ên hatine nexişandin, utî û kevirên antîk, şîfon, şehên ji hestî, tasên bafun, heykel, pereyên antîk, amûrên çandiniyê, koleksiyona berhemên ku dîroka wan digihîje demên Bîzans, Roma û Osmaniyan hene û got: “Ji bo jinên Filistînê yên ku aksesuarên beriya Neqbayê bi kar diaînin min refek taybet bi daran çêkiriye. Li vê derê amûrên ciwaniyê, xirxalên bafun, kefiyên hatine nexişandin hene.”

‘Min zêdeyî 3 hezar berheman kom kirin’

Nagla Abu Nahla da zanîn ku 3 hezar berhemên cuda kom kirine û wiha got: “Berhem li gorî demên xwe bi reqemek taybet li muzeyê tên qeydkirin. Ji ber vê pêvajoyek zehmet bû. Fikra muzeya çandê, ji ber şaristaniya Filistînê û îfadekirina girîngiya dîrokê hat. Hejmareke zêde ya model, cil, ekîpman û amûran digre nava xwe. Li Şerîda Xezayê mînaka yekem e.”

‘Di atolyeyê de min malzemeyên antîk veguherand berhemên hunerî

Nagla Abu Nahla destnîşan kir ku ji bo şîrovekirina mîrasa çandê li dibistan û zanîngehan ji bo xwendekaran gelek xebatan didin meşandin û got: “Her sal çalakiyên weke jin, zarok, roja xakê û pîrozbahiyan em organîze dikin. Atolyeya min a ku di sala 2019’an de min ava kir û malzemeyên antîk veguherand amûrên hunerî heye. Di vê atolyeyê de der barê amûrên hatine vezivirandin de me pêşangehek organîze kir. Armanca min ew e ez pêşî li avêtina berhemên kevnar bigrim. Di parastina nasnameya Filistînê û nasandina wê de roleke mezin a jinan heye.”