Bi hûnera xwe ya li ser dîwaran Qamişlo rengîn dikin

Group Orchid a xebatên grafîtî dike, hûnera xwe li ser dîwarên Qamişlo dineqişîne. Yasmîn Îbrahîm a di nav koma grafîtî de cihê xwe digre dibêje ku armanca me ew e ku bajarê xwe rengîn bikin û şopek neçûyî lê bihêlin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Tiştê ku der barê xêzkirinê de tê zanîn ew e ku ew hunereke dîtbarî ye, têkiliyek li ser rû çêdike û ew bi gelemperî bi rêz, deq, an jî bi her amûrê vegotina tiştan e. Ew şêweyek hunerên dîtbarî ye û yek ji heft huneran e. Lê ger em ji nêz ve li aliyekî din ê xêzkirinê binêrin, em ê tiştên ku ji yên berê cuda ne û pêwendiya wan a kûr bi dîroka kevnar re heye ku xêzkirina li ser dîwaran e, bibînin.

Group Orchid xebatên xêzkirina wêneyan li ser dîwaran dike. Em jî wek ekîba NûJinhayê çûn taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku em bi endamên Group Orchid re hevdîtin pêk bînin ku li ber qedandina xêzkirina dîwarê malekê ye.

Yasmîn Îbrahîm bi temenê xwe 18 salî ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, yek ji endamên Group Orchid e. Yasmîn xwest ku di destpêkê de groupa xwe bide nasîn, armancên wê bînê ser ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di Nîsana 2023’an de mamosteyê me Samir Kalo di bin dirûşma “Bandora orkîdê naçe” Group Orchid ava kir. Koma me ji 12 kesan pêk tê, 6 jin û 6 mêr tê de cih digrin. Bêguman armancên me jî pir in, bi taybetî me ji nû ve dest bi vê projeyê kiriye. Yek ji armancên me yên sereke ew e ku em karê wênesaziyê îsbat bikin li bajar, li hêleke din ji bo ku şopek neçûyî bihêlin.”

Sê însiyatîfên ku li bajêr hunerê bi pêş dixin

Yasmîn Îbrahîm bal kişand ser kar û însiyatîfên ku Groupa Orchid pê radibe û wiha pêde çû: “Karên ku Orchid dike jî ev in, ji bo mal, baxçeyên zarokan, sazî û rêxistinan jî sêwirana xemilandina hundur û derve. Her wiha li ser dîwaran jî em xêz dikin. Însiyatîfeke me hebû ku hat pêkanîn ew jî zêdekirina dîwarên bexçeyê zarokan ên nexweşên penceşêrê ne. Wekî din pinpinîkeke mezin hat xêzkirin li ser dîwar. Ev xebata me ya niha jî yek ji wan însyatîfan e ku me li taxên Qamişloyê daye destpêkirin e. Armanca me ku em 30 tabloyan li ser dîwarên Qamişlo xêz bikin û regekî bidin bajarê xwe.”

‘Riyek e ku em ramanên xwe pêşkêş bikin û dengê xwe bidin bihîstin’

Yasmîn Îbrahîm destnîşan kir ku ew bi riya vê hunerê ramanên xwe û peyama xwe jî digihîjînin û wiha berdewam kir: “Tabloyên dîwar riyek e ku em ramanên xwe pêşkêş bikin û dengê xwe bidin bihîstin. Bêyî ku em tu gotinan bibêjin, nameya me digihîje, bêguman huner peyameke bêdeng e. Her wiha gelek tabloyên me hene ku balê dikşînin ser paqijiya bajar, em di vê hêlê de dibin alîkarên pêşxistina bajar di milê paqijiyê de. Ango girîngiya hevgirtina mirovan di demên wiha de û bi riya wê em zarokan kêfxweş dikin. Em dixwazin xwe bigihîjînin her kesek di nav civakê de.”

Her dawî jî Yasmîn Îbrahîm xwest sazî û rêxistinên heyî bibin alîkar ji bo pêşxistina xebatên komê û wiha bi dawî kir: “Ya ku hiştiye em li ser piyan bimînin, hevgirtin û rihê komînal e. Eger ev yek nebûya dê koma me negihîşta armancên xwe. Em bi hemû jêhatî û derfetên xwe yên kêm jî hewl didin xebateke serkeftî bimeşînin. Di heman demê de em dixwazin ku aliyên berpirsyar wekî sazî û rêxistin karê me bibînin û bibin alîkar da ku em bikaribin hîn bêtir vê hunerê bi pêş bixin