Zarokên Mexmûrê bi enstûrmanan çand û hûnera xwe fêr dibin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê zarok bi hûnera xwe mezin dibin û ji bo pêşxistina hûnera xwe li Stêra Zêrîn perwerde dibînin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Ji aliyê Stêra Zêrîn a wargeha penaberan a Mexmûrê ve bi beşdarbûna 120 zarok û ciwanên ji wargeha Mexmûrê di 15’ê Hezîranê de dewreyek perwerdeya ensturmanan ya bi navê dewreya Şehîd Hozan Mizgîn hatibû destpêkirin. Di dewreyê de perwerdeya ensturmanên saz, gîtar û erbane tê dayîn û tê armanc kirin ku bi qasî sê mehan berdewam bike.

Endama Stêra Zêrîn Zenûra Babat ku yek ji mamosteyên dewreya perwerdeya ensturmanane der barê xebatên perwerdeyê de û destpê kirina karê xwe de ji ajansa me re axivî.

‘Bi stran gotinê destbi karê hûnerê kir’

Zenûra Babat di destpêka axaftina xwe de qala destpê kirina xwe ya karê hûnerê kir û wiha got: “Min di demê seretayî de destbi karê hûnerê kir. Dema min di beşên wek dîlan, stran gotin û qoroyê de cihê xwe girt û çûm ser dîkê ango di van deman de min destbi hûnerê kir. Dema ku ez çûm refa 5’an min destbi stran vegotinê kir. Min di gelek koman de cihê xwe girt û di rastî de min destpêkê bi stran vegotinê destbi hûnerê kir. Piştre min di gelek kar û xebatê wek şano û hwd de cih girt.”

‘Dema ku min saz girt destê xwe, min hîskir ku wekî ji min re hatî çêkirin’

Zenûra Babat, diyar kir dema ew saz lê dide bi saza xwere dibe yek û wiha got: “Hîna em biçûk bûn xalê min saz lê dida, em her roj diçûn mala wan. Di destpêkê de bi gotinî bi me dida fêm kirin û xwesteka me bi vî şeklî jêre çêbû. Piştre me destbi pratîkî kir, hoparlorên biçûk hebûn, mîkrofon hebû û ji me ra stranan derdixist, saz lê dida û me jî stran digot. Min di gelek karan de cih girt, lê dema ku min stran vedigot min zanî ku ensturmanek jê re pêwîste û dema ku min saz girt destê xwe, min hîskir ku wek ji min re hatî çêkirin. Dema ku ez hem stran dibêjim hem jî saz lê didim wek harmoniyek di nav serê min de diçe û tê.

‘Karek gelek pîroze û kedek mezin dixwaze’

Zenûra Babat kelecana xwe ya ku dema destbi karê fêr kirina enstûrmana kir anî ser ziman û wiha pê de çû: “Perwerdeya me di 15’ê Hezîranê de hat destpê kirin, ne tenê perwerdeya saz di heman demê de perwerdeya gîtar û erbane jî destê kir. Giştî 55 xwandekarên min hene lê wek sê beş cuda bûne, koma biçûk ya Şehîd Mîr Perwer me binav kiriye, koma ji wan mezintir jî wek bi navê Şehîd Şaristan û komek jî ya ku par dihatin em niha ders didin. Li gorî ku min texmîn kir min ji xwe digot dê zû fêr bibin û heviyên min jî hebû lê min ne dizanî dê ewqas pêş bikevin. Di demek kurt de fêrî stran lê danê bûn. Dema ku min nû destbi vî karî kir û bûm mamoste rastî jî karek gelek pîroze û kedek mezin dixwaze. Ji ber ku tu tiştekî fêrî yekê dikî, heyecana min ji ya xwandekaran zêdetir bû.”

‘Ez dixwazim çanda me ya kevnar bi wan bidim jiyan kirin’

Zenûra, qala armanca xwe ya fêrkirina enstûrmana sazê kir û wiha got: “Li vê derê ez ne tenê dixwazim saz fêrî xwandekarek bikim di heman demê de wek tê zanîn çanda me çandek kevnar e. Enstrûmana saz jî ji demên berê de heta niha heye û bivê riyê ez dixwazim çanda me ya kevnar bi wan bidim jiyan kirin. Çand tiştek wiha ye ku ji nifş derbasî nifş dibe û ez dixwazim çanda wan bi wan bidim fem kirin.”

‘Civakek bê hûner civakek bê wateye’

Zenûra Babat di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku çanda xwe bi zarokên xwe bidin fêr bikin û wiha got: “Bangawaziya min ji gelê me re ewe ku hûnera xwe pêş bixin, ji ber ku civakek bê hûner civakek bê wate û seqete. Em dikarin hunera xwe hem di milê gotinî de hem jî bi wêjeya xwe, bi enstrûmanek be yan jî bi stran gotinek be mirov dikare hûnera xwe bide pêş. Ji bo wê hewl bidin ku zarokên van bi van şêweyan bikarin hûnera xwe berdewam bikin û ev hûner nifş bi nifş berdewam bike.”

‘Min ji dengê sazê pir hez dikir’

Vejîn Guler a ku yek ji xwandekarên ku fêrî enstrûmana sazê dibe wiha qala destpê kirina xwe kir: “Beriya salek min destpê kir û min gelek dixwest ez fêr bibim ji bo wê dema qurs vebû ez jî hatim. Di qursê de gîtar jî hebû lê ji ber ku min ji dengê sazê hez dikir, min destpê sazê kir. Ez dixwazim xwe fêr bikim, ji xwe re stranan bêjim û keyfa min gelek jêre tê. Dema ez cara yekem hatim perwerdeyê gelek xweş derbas bû, qasî 6 mehan me perwerde dît. Piştî perwerdeya me xilas bû dîsa hatim vir û niha jî em perwrdeta mûzîkan dibînin.”