Bi deng û hunera xwe reng didin taxa xwe

Zarokên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi hunera xwe ya ku bi xwe perwerde kirine, reng didin taxa xwe. Çanda xwe bi pêş dixin û ji bo derdora xwe dibin çavkaniya moral û kêfxweşiyê.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Weke hemû zarokan, zarokên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî dixwazin jiyana azad û bi lîstikan bijîn. Her çiqas di nava penaberiyê de mezin bûne jî bi qasî derfetên di destê xwe de, ji xwe re kêfxweşiya jiyanê ava dikin. Bi meraq û kêfxweşiyê teşe didin jiyana xwe û derdora xwe bi bandor dikin. Di hemû aliyên jiyanê de xwe perwerde dikin, li dibistanê, li mal, tax û kolanên xwe. Xwe bi pêş dixin, ji jiyanê hez dikin û ji bo jiyana xwe rengîn bikin û bi kêfxweşî bijîn her dem di nava lêgerînan de ne. Komek ji zarokên wargeha Mexmûrê li taxa xwe, di aliyê hunerî de xwe bi pêş dixin. Taxa xwe ji xwe re kirine cihê perwerdeyê û xwe bi xwe perwerde dikin. Bi hunera xwe ya govend, stran û xêzkirina wêneyan reng didin taxa xwe, çanda xwe bi pêş dixin û ji bo derdora xwe dibin çavkaniya moral û kêfxweşiyê.

‘Gelek kêfa min ji govendê re tê’

Jiyan Unver a ku li taxa xwe hunerê fêrî zarokan dike wiha qala destpêkirina xwe ya avakirina koma xwe kir û got: “Min rojek ji hevalên xwe re got ku ez dixwazim komek ava bikim û hûn jî di nav de cihê xwe bigrin û wan jî got em dixwazin di nav de cih bigrin. Me xwe ji roja 15’ê Tebaxê re amede kir, em çûn gel Stêra Zêrîn lê komên wan zêde bûn ji bo wê me koma xwe ava kir. Lê pişte re em hatin gel hev û me careke din koma xwe ava kir û got bila komeke me hebe em ê her roj biçin ser dikê. Gelek kêfa min ji dîlanê re tê, ez ji wan re dibêjim wêneyan çêbikin û ew jî guhdariya min dikin. Di nav koma me de cîranên me, zarokên ji taxa me û du xwişkên min hene. Em rojekê wêne çêdikin, rojek dilîzin, ji xwe re govendê digrin û em dibêjin em ê her tiştî bikin ji bo ku em fêr bibin. Em muzîkên ji bo govendê ji xwe re vedikin, em stranên hunermendên wek Xecê Herdem, Mem Ararat û hunermendên din ji xwe re fêr dibin û dibêjin. Zarokên din jî dikarin ji xwe re pirtûkan bînin û bixwînin, ji xwe re komên govendê amade bikin û pirtûkên dibistanê bixwînin, ji bo ku demên wan vala derbas nebin.”

‘Em ji xwe re wêneyan çêdikin û govendê digrin’

Yaren Gungen jî diyar kir ku dema ew bi hevalên xwe re dilîze pir kêfxweş dibe û wiha got: “Ez danê sibehê ji xew radibim, diçim gel hevalên xwe wêneyan çêdikin, em ji xwe re dilîzin û govendê digrin. Bi hevalên xwe re lîstik xweş e, dema ez bi hevalên xwe re dilîzim sebra min tê lê ji ber ku ez li malê tenê me sebra min nayê.”

‘Em govendên herêma Botanê digrin’

Afrîn Sezek kêfxweşiya xwe ya ji bo lîstika bi hevalên xwe re wiha anî ziman: “Dema mirov diçe gel hevalên xwe sebra mirov tê û li gel hevalên xwe lîstik û çêkirina wêne pir xweş e. Ez pitûkên dibistanê dixwînim û xwe fêrî mamikan dikim. Em govendên herêma Botanê digrin, bila zarokên din jî li ser telefonê nelîzin ji ber ku ji çav re nebaş e. Bila waneyên xwe bixebitin, wêneyan çêbikin û li gel hevalên xwe bilîzin.”

‘Em bi muzîkê re xwe dikin yek û li gorî wê diçin’

Gulê Keklîk destnîşan kir ku ew li şûna li telefonê mêze bikin ji xwe re pirtûkan dixwînin û got: “Em ji xwe re dilîzin, pirtûkan dixwînin û wêneyan çêdikin. Dayik û bavê me zêde destûr nadin em bi telefonê re mijûl bibin. Em bi xwe jî naxwazin li şûna wê em diçin wêneyan çêdikin û pirtûkan dixwînin. Em wêneyan li ser Rêber Apo, 15’ê Tebaxê û 4’ê Nîsanê çêdikin. Ez di sergovendê de cih digrim, em bi muzîkê re xwe dikin yek û li gorî wê diçin.”

‘Ez dixwazim bibim bijîjk’

Adar Keklîk da diyarkirin ku ew her dem dixwaze li gel hevalên xwe bilîze û wiha domand: “Ger em ji xwe re bilîzin divê em hemû bi hev re bin. Ji ber ku em bi hev re kêfxweş dibin û gelek xweş e. Ez dixwazim bibim bijîjk.”

‘Me îsal li ser 15’ê Tebaxê wêne çêkiribû’

Dîmen Unver jî diyar kir ew her sal li ser tişteke cuda wêneyan çêdikin û got: “Me li ser 15’ê Tebaxê wêne çêkir, ji ber ku her sal em li ser tiştekî wêne çêdikin ji bo wê me îsal got bila li ser 15’ê Tebaxê be. Em ji xwe re govendê digrin, hinek caran stran dibêjin.”