Avesta bi berhemên xwe çanda Kurdî diparêz e

Avesta Abdullah bi hunera xwe ya çanda kevin li ser tasan dinexşîne, hem bi keyfxweşiyek mezin karê xwe dike, hem jî çanda Kurdî diparêze û zindî dihêle.

ŞÎRÎN SALİH

Silêmanî- Di qada pêşxistina jiyana civakî de bi taybet di aliyê çand û hunerê de jin hertim pêşeng bûn. Niha jî piraniya jinan ji bo aboriya xwe ya serbixwe bi dest bixe û debara jiyana xwe bike dest bi karkirinê kirine û bi xwe li ser lingên xwe disekinin. Jin li kêleka karê xwe giringî didin çanda Kurdî û hewil didin çanda Kurdî zindî bi hêlin û bi parêzin.  

‘Ez ev 5 sal in tasan dinexşînim’

Jina binavê Avesta Abdullah ku li bajarê Silêmanî kare xwe bi xwe dike diyar kir ku destpêkê li dibistanê bi rêya mamostayên xwe fêrî hunera xemilandinê bûye û piştre bala xwe da hunerê. Avesta Abdullah piştî temamkirina xwendina xwe dest bi karê nexşandina tasan kiriye. Ev 5 sale bi hunera xwe tasan dinexşîn e û bi rêya medyaya dijîtal berhêm xwe difiroşe. Avesta Abdullah da zanîn ji ber karekî cûda dike, ji aliyê gel ve rastî eleqeyek baş tê û wiha behsa kar xwe kir û wiha got: “Di civaka Kurd de dema jinek dest bi karkirinê dike, rastî gelek astengiyan tên. Ji bo min cihê keyfxweşiyê ku malbat û hevjînê min piştgiriya min kirin.”

‘Hunera Kurdî li ser tasê dinexşînim’

Avesta destnîşan kir piranî li ser tasan kar dike, li ser tasan hunera Kurdî dinexşîne û diyar kir ku daxwaza gel li ser karê wê heye û hem li gorî fikrê xwe û hem jî li gora daxwazên gel tasan dinexşîne. Avesta Abdullah wiha got: “Dema ku ez welatên din dibinim, giringî didin çanda xwe, hestek wisan li gel min çêdibe ku em jî çanda xwe bi parêzin û bi cîhanê bidin nasîn. Çanda Kurdî berbi tunebûnê ve diçe, min ji xwest weke jinek ciwan bi rêya karê xwe çanda me ya Kurdî zindî bikim.”

‘Çanda Kurdî gelek dewlemend e’

Avesta bang li jinan kir piştî qedadina xwedinê nemînin benda kesê, bi xwe hewil bidin karekê bikin û bi xwe li ser lingê xwe rawestin û wiha got: “Ji bo jinan aboriya serbixwe gelek giring e. Jinên ku fikrê wan heye divê bi rêya kar hêdî hêdî mezin bikin.” Avesta diyar kir dema ku dest bi kar kir tu qezencek wê nebû, lê belê bi berdewamkirinê re niha kare wê gelek hatiye nasîn , bûye sedemê dabinkirina debara jiyana xwe û dixwaze di demê pêş de karê xwe mezin bike û çandê bike beşek ji karê xwe û wiha got: “Min di beşek ya karê xwe de wêneyê jinan nexşandiye, jin avakerek xweşike, bivê ve jî girêdayî di tasên ku dinexşînim min behsa jiyana kevin ya jinan kiriye ku jin cil û bergên Kurdî li ber xwe dikin û avê ji kaniyê tînin. Gelek caran rengên ku dixwazim bi destê min nakevin. Ez li ser tasan helbestên Kurdî klasîk dinivisim. Ji ber wê jî ji welatên derve daxwaza berhemên min dikin. Çanda welatên wan dewlemend e, ev jî tê vê wateyê çanda Kurdî jî gelek dewlemend e.”