Şelala Rezgehê bi bedewiya xwe ya xwezayî mirovan mest dike

Şelala Rezgehê ku li herêma Alan a Rojhilatê Kurdistanê cih digre û bi bedewiya xwe ya bêhempa bala mirovên dibîne dikşîn e, her sal ji aliyê gelek kesan ve tê serdan kirin.

Serdeşt-  Şelala Rezgehê ya li devera Alan a bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, li ser rêya diçe bajarê Serdeştê û nêzîkî gundê Rezgehê ye. Bi bedewiya xwe ya bêhempa bala mirovên dibîne dikşîn e, her sal hejmarek zêde geştyar jî serdana herêmê dikin. Herêm, tevî zehmetiya gûzergeha rê jî, yek ji cihên gûzergeha gelek welatiyên Îran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Hûn dikarin ji bo xwe bigihînin Şelala Rezgehê, rêya asfaltkirî ya di navbera bajarê Şerdeşt û herêma Alan de bikar bînin. Li herêmê Alanê gundên Bîtoş, Aşkan, Xerzenê, Mazen Avî, Bizhoyî û Rahzegehê heye. Ji bilî şelala Rezgehê, li beşa wê ya bilind şelalên din jî hene, lê ji ber bilindbûna wan û zehmetiya hatinûçûnê, tenê çiyager dikarin wan şelalan dibînin.

Şelala Rezgehê, di demsalên bihar û payîzê de balkêştir dibe. Di van demsalan de bedewiya xwezaya herêmê ya li derdora şelalê kesên ku dibîne ji xwe re heyran dihêle.