Şanoya Zîlan li Kobanê hat pêşandan

Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya herêma Firatê ji bo bîranîna têkoşera Kurd Zeyneb Kinaci, şanoyeke bi navê Zîlan pêşkêşkirin.

Kobanê- Têkoşer Zîlan bi navê rast Zeyneb Kinaci di 1972'ande li Meletiya Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe. Dema ku zanîngehê dixwîne Tevgera Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas dike û di 1994'an de dest bi xebatên cebhewî dike. Piştî wê bi salekê li Dêrsimê beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Zîlan di nava salekê de xwe ji tevahî aliyên bîrdozî, jiyanî û felsefî pêşdixe, Zeyneb Kinaci li hember komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîamên li ser gelê Kurd tê meşandin biryara pêkanîna çalakiyeke fedayî dide. Ji bo vê jî di 30'ê Hezîrana 1996'an de li navenda bajarê Dêrsimê çalakiyê pêk tîne û di encamê de 17 leşkerên Tirk tên kuştin û gelek jî birîndar dibin.  

Bi boneya 27'emîn salvegera çalakiya fedayî ya şoreşger Zîlan, Koma Şano ya navenda Çand û Hûnera Baqî Xido duh di seatên êvarê de şanoya bi navê Zîlan pêşkêş kir.

Di şanoyê de bi dehan malbatên ji Kobanê, meclîsa Malbatên Şehîdan, şanoger û hunermend amede bûn.

‘Çalakiya Zîlan bû ronahiya ber bi azadiyê’

Piştî deqeyek rêzgirtin, hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî axivî. Eyşe Efendî destnîşan kir ku çalakiya fedayî ya têkoşer Zîlan, ji bo tevahî jinên Kurd û cîhanê bû ronahiya ber bi azadiyê û berdewamkirina dozê nû kir.

Pişt re şano hat pêşkeş kirin ku di nav de jiyanname, kesayet, sekin, bandor û biryara têkoşer Zîlan dide naskirin, her wisa çalakiya ku pêk aniye û peyama li pey xwe hîşt hatin nîşan dan.

Şano bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.  

Senaryonivîsa şano yê ji aliyê Koma Şano ya Çiya hatiye amedekirin, her wiha bi derhêneriya Necah Ibrahîm û Cîb Muşîd. Di şanoyê de li ser kesayeta têkoşer Zîlan, 14 şanogeran cihê xwe di şanoyê de girtin.

'Pêşenga felsefeya "Jin, jiyan, azadî" li warê têkoşîna jin tê zindî kirin'

Şanoger Maziya Ibrahîm ku rola şervaneke Tevgera Azadiya Kurdistanê di şanoyê de lîst, hestên xwe wiha parve kir: "Pêşkêşkirina şanoyeke ku behsa çalakiya fedayî ya pêşenga me Şehîd Zîlan bike, ji bo gelek bi wate û girîng e. Em jî gelek bi şans in ku me dikarbû cihê xwe di nava vê şanoyê de bigirin û bibin parçek ji pêşkêşkirina qehremanî û fedekariya Şehîd Zîlan. Li gor nêrîna min, nîşandana vê şanoyê li Kobanê xwedî wateyeke cudatir e. Weke tê zanîn di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, her wiha di berxwedana Kobanê de jinan dikarbû di asta şehîd Zîlan de gelek çalakiyên fedayî bikin û mîrateya wê nûjen bikin. 27 sale têkoşer Zîlan li Kobanê tê bibîranîn, bi taybet jî a niha mezinbûna felsefeya "Jin, jiyan, azadî" xwedî derketina li çalakiya şehîd Zîlan e. Ji bo me jî şoreşger Zîlan pêşenga vê felsefeyê ye û divê ku her tim di bîra jin û civakê de zindî bimîne."