Bi hunera xwe çandên cûda tîne gel hev

Nazanîn Abdullah a bi malzemeyên ku nayê karanîn şêweyek nû dide û çandên cûda bi hunera xwe re dike yek, dibêje: “Hinek caran ez ew malzemeyên ku tên avêtin bikartînim, ji ber wê ez daxwazê ji hemwelatiyan dikim ku ew malzemeyên bi karneynin ne avêjin.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Hunermend Nazanin Abdullah ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê jiyan dike bi berhemên xwe ên hunera cûda bala kesên ku ji hunerê hez dikin dikêşe. Nazenîn Abdullah diyar kir ku ji 12 saliya wê ve ev kêrhatiya wê derketiye holê, bi berhemên ji seramîk, kevir, kulîk û malzemeyên din bi kartîne berhemên xwe di galariya xwe de pêşan dide.

‘Hemû berhemên min fikir û dizayna min e’

Nazanîn Abdullah da zanaîn ku cihana hunerê gelek befireh û kure û  got: “Hunera ku ez pêre mijul dibim jêre xebatên bi hurgulî pêwîste, ji ber wê jî dema em biryar didin wê berhemekê çekin kedek mezin jêre pêwîste û divê em xwe pêre bikin yek. Hemû berhemên min ji fikir û şêweyên min pêktê. Gelek caran li gora daxwazên kesên ku ji hunerê hes dikin berheman çêdikim. Ji karê ku ez dikim re gelek hurgulî lazime û ji ber wê jî ez gelek ji karê xwe hez dikim.”

‘Hinek malzeme li Kurdistanê nîn e’

Nazanîn Abdullah destnîşan kir ku hewl dide çandên cûda bîne ba hev û wiha got: “Dema ez berhemên xwe çêdikim ez kedek mezin didim û xebatek ku dem pêve derbaz dibeye. Hinek caran şert zehmet dibin, ji ber ew malzemeyên ku ez di berhemên xwe de bi kartinîm li Kurdistanê peyda nabin û ez neçar dibin ji derveyî welat sîparîş bikim. Li rûxmê hemû zoriyan jî ez berhemên xwe ên hunerê çêdikim.”

‘Eleqeya jinan zêdetir e’

Nazenîn Abdullah bi bîrxist ku hemû kesên civakê serdana galariya wê dike, lê belê eleqeya jina zêdetire û got: “Hinek caran dema ku ez berhemên xwe çêdikim ez malzemeyên ku tên avêtin bi kartînim. Ji ber vê jî ez daxwazê ji hemwelatiyan dikim ku ew melzemeyên xwe ên ku bi karneynîn ne avêjin.”