Çanda dengbêjiyê radigihîne neviyên xwe

Besna Hazer, li bajarê ku lê koçber bûye bi stranên ji dayika xwe hîn bûye çanda dengbêjiyê didomîne, dibêje stranên ku bi zimanê dayikê distire ji bo wê bûne çavkaniya sebrê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan – Dengbêjiya ku kevneşopiya hunera devkî ya wêjeya devkî ya Kurdî ye û xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, nifş bi nifş derbasî îro bûye. Stranên ku ji aliyê jinan ve di jiyana gundan de li zozanan û bêriyan dihatin gotin, niha li ser dikê deng vedidin. Jinên ji gund û zozanên Serhedê, piştî ku ji gund koç kirin ji zozan û çiyayan dûr ketin, stranên ku bi zimanê xwe yên dayikê distiriyan birin bajêr. Yek ji van jinan Besna Hazer e ew li mala xwe ya li quntara Çiyayê Reş rojên xwe bi gotina stranên Kurdî derbas dike. Besna Hazer dibêje ku ji bilî zimanê dayikê, bi tu zimanan nizane, bi stranên ku dibêje bi raboriyê re rêwîtiyê dike.

"Yekane çavkaniya sebra min e"

Besna Hazer diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve stranên ji dayika xwe hîn bûye distire û wiha got: “Me ev stran dema em ji gund diçûn zozanan û bêriyê me bi rê de digot. Wê demê em bêtir stranan dizanibûn û me bi hevalên xwe re bi hev re digot. Paşê me ji gund koç kir û em hatin bajêr. Li vir ne deşt ne jî ajalên me hene. Ez jî bi salan e stranên ku di nava bexçeyê mala xwe de distirêm dema xwe derbas dikim. Ew tenê çavkaniya sebra min in. Ez li çiyayan dinêrim û stranên xwe distirim. Çawa ku ez ji dayika xwe fêr bûm, zarok û neviyên min jî ji min fêr dibin.”

"Zimanê min ê dayikê ji her tiştî xweşiktir e"

Besna Hazer da zanîn ku ew ji bilî zimanê dayikê bi zimanekî din stranan nabêje û wiha got: "ez ji bilî kurdî bi tu zimanî nizanim. Lê ger min bizanibûya jî min ê dîsa bi zimanê xwe stranên xwe bistira. Ji ber ku ev zimanê min ê dayikê ye, ez bi vî awayî fêrî stranan bûm. strîna stranên kurdî ji her tiştî zêderit min kêfxweş dike, ez ji axaftina bi zimanê xwe û gotina stranan pir hez dikim. Vegotin û axaftinên bi tirkî yan jî bi zimanekî din min kêfxweş nake. Her tişt bi zimanê mirov watedar û bedew dibe."