3'yemîn mihricana Amara li Şehbayê dest pê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên kantonên Efrîn-Şehbayê sêyemîn mihricana Amara li kantona Şehbayê li dar xistin.

Şehba- Tevgera Ciwanên Şoreşgerî ên kantonên Efrîn-Şehbayê bi dirûşma "Bi pêşketina şoreşa çandî û fikrî werin cenga azadiyê" 3'emîn fastîvala Amara ya çandî, hunerî û sporî li dar xist. Mihricana ku dê 4 rojan berdewam bike îro xebatên çandî û hunerî li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîna kantona Şehbayê hatin pêşkêşkirin. Mihricana Amara rengên çandî yên pêkhateyên Ereb û Kurd di nava xwe dihewîne. Îro gelê kampa Berxwedan û saziyên rêveberiya Xweser beşdar bûn. Qada mihricanê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên tevgera ciwanên şoreşger û kongra star ve hatibû xemilandin.

‘Em ê çanda xwe pêşkêş dikin’

Mihricanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Ji aliyê Rêvbera Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrîn-Şehba Emîna Hec Ebdo ve axaftina vekirina festîvalê hat kirin. Emîna Hec Ebdo sêyemîn mihricana Amarayê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê azadîxwaz pîroz kir û ev tişt vegot: "Em 3'emîn festîvala xwe li Rêber Apo û tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em îro li hev civiyane û çanda xwe pêşkêş dikin. Em ciwanên Rêber Apo ne û em ê ji bo azadiya wî her û her li ser piya bin û di nava çalakiyan de bin. Li hemberî qirkirina çandî ku ji hêla hêzên desthiladar ve tên kirin em ê biparêzin ew jî bi lidarxistina mihricanan û gihandina dengê folklora civakak me ji cîhanê re. Em soza berxwedanê li hember faşîzmê nûjen dikin û em ê ji bo zindîkirina çanda xwe têbikoşin."

Piştre helbest bi Kurdî, koma Êzidiyan a Zerdeşt a stranên kurdî, koma Baz Mordem a stranên Erebî, koma Mezlûm Nisêbîn a şano, koma Zinarîn Cudî ya guvendê, koma Demhat Cizîr a stranên Kurdî, koma Beraêm a Rûbar Roboskê û koma Şimêdîn a guvendên Erebî hunerên xwe ji beşdaran re dan pêşandan.

Sêyemîn mihricana Amara dê rojan li kantona Şehbayê berdewam bike.