Zahra Nematî Olîmpiyatên astengdaran ên 2021’an de biserket

Zahra Nematî ku di lîstikên Paralîmpîk ên li Tokyo ya Japonyayê de bû sêyemîn, di Olîmpiyatên 2021'an de jî di nava jinên herî jîr de cih girt.

Navenda Nûçeyan - Komîteya Navnetewî ya Paralîmpîk lîstikvanên herî serkeftî yên salê ku ji ber qedexeyên vîrusa koronayê bi giranî bandor li wan kiriye, destnîşan kir û pesna performansa wan da ku di nava wan de Zehra Nematî ya Îranî jî heye.
Zehra di sala 1985'an de li bajarê kirmanê ji dayik bûye û di avêtina tîrkovanê de jîre. Sala 2003'an di bûyerek a qezaya otomobîlekê de seqet bû ye û niha astengdare. Zehra beriya vê bûyerê bi tekvandoyê dest bi xebatên werzîşê kiribû lê piştî bûyera qezayê berê xwe da tîrokvaniyê. 
Zehra di sala 2012'an de li Londonê di Paraolimpîkên havînê de nûnertiya Îranê kir û di avêtina tîrkevanan a takekesî ya jinan de xelata zêrîn bi dest xist. Her wiha di avêtina komî de tûnc qezenc kir û di heman demê de welatê xwe di Paralîmpîkên havînê yên 2016'an û Olîmpiyadên havînê yên 2016'an de li Rio de Janeiro jî temsîl kir.