Yekem mamosteya jin li Mexribê keçan fêrî tekwandoyê dike

Hezkirina Emîna Sodqî ya ji bo tekwondoyê zêde bû dema ku wê di 1999’an de komeleya tekwondo damezrand û Mexribê klûbek taybet vekir da ku keç û ciwanan fêrî tekwandoyê bike.

HANAN HARITE

Mexrib - Werzişa tekwondoyê li Mexribê êdî tenê bi mêran nayê sînordarkirin lê jin û keç jî dikin û beşdarî şampiyoniyên neteweyî û navdewletî dibin. Li Mexribê Emîna Sodqî yekem mamosteya jin a tekwandoyê ye ku keçan fêrî tekwandoyê dike. Hezkirina Emîna Sodqî ya ji bo tekwondoyê zêde bû dema ku wê di 1999’an de komeleya tekwondoyê damezrand û Mexribê klûbek taybet vekir da ku keç û ciwanan fêrî tekwandoyê bike.

“Min biryar da ku ez fêrî hunerên şer bibim ji bo ez xwe biparêzim”

Emîna Sodqî diyar kir ku wê plan nedikir ku ew tekwandoyê bike û wiha pê de çû: “Dema ku ez zarok bûm, min bêtir ji basketbolê hez dikir lê dema ku min xwendina xwe qedand û min dîploma rêveberiya karsaziyê wergirt, biryar da ku ez têkevim bazara kar û ez tev li yek ji saziyên ku di warê turîzmê de dixebitin bûm. Ji hêla rêveberê min ve ez rastî hin tevgerên derexlaqî hatim, ji ber wê min îstifa kir. Min biryar da ku ez fêrî hunerên şer bibim, ji bo ku ez xwe biparêzim di dema tacîzkirinê de û ji bo ku ez rojekê nebim qurbanê şîdet û tacîzê.”

“Ji ber ku ez jin im rastî gelek cudakariyan hatim”

Emîna Sodqî anî ziman ku di destpêkê de wê pir xwe perwerde kir heya kemberek reş girt û wiha got: “Ez berê beşdarî şampiyoniyên neteweyî û navdewletî bibûm. Min biryar da ku ez wek rahêner di klûbekê de bixebitim da ku tekwandoyê fêrî kesên dixwazin wê bikin, bikim lê ji ber ku ez jin im, ez rastî gelek cudakariyê hatim. Min biryar da ku ez klûbek xwe ava biki, ku keç û xortan li ser jêhatîbûna hunerên şer perwerde bikim. Min xwest ez xwe di werzîşeke ku tê gotin ew tenê ji bo mêran e de ferz bikim û ji her kesê re îsbat bikim ku ez dikarim kur û keçan perwerde bikim. Ez îro serbilind im ji ber ku min çend şampiyon û pisporên beşdarî forumên navneteweyî û neteweyî bûne û xelatên giranbuha ji seranserê cîhanê bi dest xistine perwerde kirin.”

“Werzîş zarokan ji gelek tiştên xirab diparêze”

Emîna Sodqî da zanîn ku hêviya wê ew e klûbeke wê ya mezin hebe û zarokan perwerde bike da ku di pêşerojê de bibin şampiyon û beşdarî forumên neteweyî û navdewletî bibin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Werzîş zarokan ji gelek tiştên xerab diparêze. Dê û bav, ji bilî xwendinê divê wextê ji bo zarokên xwe veqetînin ku tekwondo yan jî werzîşek din fêr bibin.”

“Ev werzîş ne tenê ji bo mêran e”

Aya Wehbî ya 19 salî yek ji wan keçên ku li klûbê perwerdeyê dibîne ye wiha got: “Min du sal berê dest bi perwerdeyê kir. Ev werzîş ne tenê ji bo mêran e. Min dixwest ku ez hînî tekwondoyê bibim da ku dema xwe ya vala tijî bikim û xwedî bedenek saxlem bim. Dema ku min bihîst wê jinek min perwerde bike, kelecana min zêde bû.”

“Daxwazek min a mezin heye ku di pêşerojê de beşdarî şampiyoniyan bibim”

Duia Belax a 15 salî got ku wê heft sal berê dest bi tekwandoyê kiriye û wiha axivî: “Di her dewreya perwerdeyê de ez hewl didim xwe bi pêş bixim, daxwazek min a mezin heye ku di pêşerojê de beşdarî şampiyoniyên bibim.”

“Min dixwest ya ku kurê min perwerde bike jin be”

Dê û bav ji bo teşwîqkirin û çavdêrîkirina zarokên xwe yên biçûk diçin komeleyê, yek ji dayikên ku bi kurê xwe re diçe komeleyê Majda Ekaşa ji ajansa me re wiha anî ziman: “Dema kurê min sê salî bû, min hizir kir ku ez wî di klubeke tekwandoyê de tomar bikim. Min dixwest ku ya ku kurê min perwerde bike jin be da ku ji bo wî bibe dayika duyemîn.”