Yekem car li Afrîkayê jinek Lîbyayê bû şampiyona kareteyê

Lîstikvana kareteyê, Salma El-Madanî, madalyaya zêrîn, bi dest xist ku ev yekem car e di dîroka jinên Lîbyayê de jinek di warê kareteyê de madalya girt.

HINDIYA EL-UBÎ

Bingazî- Jina Lîbyayê ket qada gelek cureyên werzîşî, weke rakirina kîloyan û boksîng û her wekî din ku berê ew werzîş tenê ji bo mêran bûn.

Ji destpêka şoreşa Lîbyayê sala 2011’an ve, jin werzîşên cuda lîstin, hin keç di boksîngê de bi ser ketin û gelek jî di codo, taykwando û kareteyê de bi ser ketin.

Salma El-Madanî, yek ji keçên kareteyê dilîzin e, dikaribû bibe lehenga şampiyonên Afrîkayê ku di 4’ê Kanûna 2022’an de li başûrî Afrîkayê li dar ket, ji beşa keçên giraniya wan kêmtirî 54 kg. an re, yekem madalya zêrîn di kareteyê de li ser asta parzemîna xwe ji bo jinên Lîbyayê bi dest xist.

Li hola werzîşa karateyê ya bajarê Bingaziyê, ajansa me hevdîtinek bi lîstikvan, Salma El-Madanî, ya 14 salî re kir. Wê madalyaya zîv di şampiyona bakurê Afrîkayê de li Tûnisê bi dest xist, rêza 51’an di şampiyoniya cîhanî de ku li Tirkiyeyê li dar ket bi dest xist.

‘Ji bo xweparastinê werzîş gelek girîng e’

Salma di sala 2017’an de ji bo parastina xwe fêrî kareteyê bûye, wê demê Lîbya di rewşeke ewlekarî tevlihev de bû, revandin û lêdan û sûcên cuda gelek zêde bibûn.

Salma dibêje: “Di salên borî de, em di gelek rewşên dijwar û bi tirs re derbas bûn, lewma diviyabû em yek ji van werzîşan fêr bibin da ku bikaribin parastina xwe ji metirsiyên derdora xwe bikin.”

Wê destnîşan kir ku mamosteyên wê her ji wê razî bûne di asta fêrbûnê û pêşketinê de tevî temenê wê biçûk. Ew di sibeh û êvaran de perwerde dibe, ji bo baş fêr bibe di aliyê bedenî û derûnî de ku beşdarî şampyonên navneteweyî bibe, şampyoniya Afrîkaya ku tê de bi serketî yek ji wan bû.

‘Her diçe zêdetir ji werzîşê hez dikim’

Salma dibêje: “Her ku ez baş perwerde dibim, ez jê hez dikim û pê ve têm girêdan, bi taybetî piştî ku min gelek madalyayên zêrîn bi dest xistin.”

Der barê bertekên civakê li hemberî vê werzîşê de dibêje: “Civak bawer dike ku bedena min bi vê werzîşê re dê were guhertin, ez ê weke mêran bibim, ew nizanin ku jinbûyîn ne tenê di beden de ye.

Werzîşvana Lîbyayî, Salma El-Madanî bang li hemû keçên ciwan dike ku bibin werzîşvan û baş perwerde bibin xwe bi pêş bixin.