Xeyala wê ew e ku li dijî zewaca temenê biçûk komek ava bike

Ne apê wê, ne malbata wê ne jî gundiyan dikaribin pêşî li hezkirina wê ya futbolê bigrin. Dema ku 6 salî bû topa ku girt destên xwe heta 52 saliya xwe berneda û niha di Makam Spora Erxeniyê de forme li xwe kiriye. Xeyala herî mezin a Ezîzeyê ew e ku komek ji zarokên keçik ên li dijî zewaca di temenê biçûk de derdikevin ava bike.

MEDİNE MAMEDOGLU
Amed – Jinên sporvan her çendî di civakê de rastî gotinên “Tu jin î karê çi karê te li qada heye?” An jî “Biçe li metbexê xwarin çêke” tên jî karê xwe didomînin hewl didin vê feraseta civakê biguherînin. Li qada futbolê ku bi taybetî wekî ‘spora mêr’ tê dîtin jinên îmze avêtine bin serkeftinan hene. Ew jin, bi serpêhatiyên xwe ji zarokên keçik re jî dibin mînak. Yek ji van mînakan jî Azîze Ay a ji 6 saliya xwe ve ji sporê hez kir û piştî 42 salan derket qadê û vê daxwaza xwe pêk anî ye... 
Bi karkerên li zeviyan re antrenmanan kir 
Ezîze ya niha 52 salî ye hezkirina wê ya futbolê ji zarokatiyê ve dest pê dike. Piştî ku bavê wê wefat dike mala xwe dibin gund. Ezîze hem karên gund dike hem jî bi derfetên xwe îdmanên xwe dike. Di wê demê de ji ber astengiyên apê xwe neçar dimîne ji komên futbolê dûr bikeve.  Azîze nikare bisekine û li zeviyên derveyî gund bi karkeran re îdman dike. Dema ku mirovên li gund dibêjin “Şerm e jinek çawa butbolê bilîze” qet li wan guhdarî nake karê xwe didomîne. Daxwaza wê ya lîstikvaniya profesyonel ji ber astengiyên apê wê û malbatê heta 40 saliya wê pêk nayê. 
“Hezkirina min a futbolê tu car bi dawî nebû” 
Bi hêviya ku bibe futbolbaza heta 40 saliya xwe nazewice û wiha dibêje; “Dû re zewicîm lê bi sirûda Fenerbehçeyê ketim salonê. Tevî hemû astengiyên apê min jî hezkirina min a ji futbolê re qet bi dawî nebû û min bi serê xwe îdmanên xwe kirin. Niha di fîrmayeke taybet de xwarinê çêdikim û dema karê xwe diqedînim cilên xwe yên sporê li xwe dikim û bi topa xwe diçim îdmanên xwe dikim. Min xwe li qadên sporê dît, ez pir bextewar bûm. Destpêkê min li Koma Jinan a Amedê forma li xwe kir. Niha jî formaya Spora Makam a Erxeniyê li xwe dikim. Ez bang li hemû jinan dikim ku futbolê bilîzin. Temenê sporê tune ye.”
Dixwazim futbolê bi jinan bidim hezkiri
Azîze dibêje ku dema bi futbolê dilîze xwe pir bextewar hîs dike û wiha didomîne; “ Ez ê tu carî dest ji futbolê bernedim. Temenê min mezin bibe jî ez dixwazim bibim antrenor û li qadan bim. Temenê min 52 ye lê ez xwe 17 salî hîs dikim. Bi roj diçim kar, bi şev li qadê îdmanên xwe dikim. Bi ciwan û zarokan re maçê dikim. Dixwazim berê jin û zarokên keç bidim futbolê, vê sporê bi wan bidim hezkirin. Dixwazim li dijî zewicandina zarokên keçik komek ava bikim. Dema têm qada sporê her tişt li paş dimîne. Ez xwe gelek bextewar hîs dikim li qadê. Dema dest davêjim topê her tişt ji bo min dibe futbol.”