Werzîşvana Rûs Dina Afrina ya di pêşbaziya jîmnastîkê de madalya zêr girt

Lîstikvana Rûsî Dina Afrina di pêşbirka El-Solcan ya jîmnastîkê de bû şampiyon û madalya zêr girt.

Navenda Nûçeyan– Werzîşvana Rûs Dina Afrina ya 23 ê salî 29'ê Cotmehê di pêşbirka El-Solcan ya jîmnastîka rîtmîk a cîhanê de bû şempiyon û madala zêr girt. Hêjayî bibîrxistinê ye ku heya niha Dina di jîmnastîkê de 16 madalyên zêr girtine.
Her wiha xwişka wê Arina Averina pileya bi pileya duyemîniyê madalya zîv girt. Lîstikvana Bikarûsî Annasnasia Salus jî bi pileya sêyemîniyê madala bronzî girt.
Pêşbirkên şampiyoniya jîmnastîka rîtmîk a cîhanê 27'ê Cotmehê li bajarê Kitakyushu  a Yabanî dest pê kir û heta dawiya vê mehê berdewam dike.