Werzîşvana di tevahiya cîhanê de herî bi hêz: Giti

Werzişvan Giti Mousavi ku ji aliyê raya giştî ve weke "jina herî bihêz a cîhanê" tê nasîn, duh li Tebrîzê 17 hezar û 200 kg 41 metreyan kişand.

 
Navenda Nûçeyan - Di pêşbirka ku duh li bajarê Tebrîzê yê Îranê hat lidarxistin de werzişvana bi navê Giti Mousavi kamyonek bi giraniya 17 hezar û 200 kg li ser cadeyê 41 metreyan li ser milê xwe kaş kir. Dema ku 1 deqîqe û 31 saniyeyan kamyon bi benê li ser mile xwe kaş kir di xeta dawiyê ya pêşbaziyê de ji aliyê temaşevanan ve hat hembêz kirin.
Di dawiya pêşbaziyê de Giti peyama “Her kesê bixwaze bi xebatek rêkupêk dikare vê bike” da û bilêv kir ku salên dirêje ew bi werzîşa pêşxistina bedena xwe re mijule. 
Di sala 2019’an de Giti Mousavi kamyonek a di giraniya 12.380 kg an de kaş kiribû.