Werzîşvan Hania El-Hamami di çaryeka fînalê askoş de bi ser ket

Di dawiya çaryeka şampiyona askoş a Birîtanî ku 16'ê Tebaxê despêkiriye wê heya 22'ê Tebaxê bidome de lîstikvan Hania El Hamami bi ser ket.

Qahîra - Lîstikvana askoş a ji Misrê Hania El-Hamami di çaryeka fînala şampiyoniya askoş a Birîtanî de li hember lîstikvan ferensî Melissa Alver biserket. Lîstikvana Misrî Hania El-Hamami ew ê di çaryeka fînalê bi lîstikvana Niyuzîlendî Joel Kingê re rû bi rû bimîne ku Hania di şampiyoniya askoş de tenê nûnertiya Misrî bû. Piştî li hember du lîstikvanên Misrî yên bi navê Merwan El-Şorebjî û Yousef Ibrahim di nîv fînalê bi ser ket.
Şampiyoniya askoş di dîroka lîstikê de yek ji tûrnûvayên herî bi prestîj e û ya dawîn ye di salên 2020 û 2021'an de ku pir xelatan didin hin cara rêjeya darayî ya xelatê dighêje  175 hezar dolarî.