“Werzîşek ji bo mêran an jî jinan tune ye futbol ji bo her kesê ye”

Sara Kirêmî ya ku di futbolê de gihîştiye asta profesyoneliyê; dibêje ku divê jin xwedî sebir bin û xwe perwerde bikin da ku bigihîjin tiştên herî baş û divê malbat di vê yekê de alîkar bin û piştgiriya zarokên xwe bikin.

HENAN HARIT
Mexrib- Dîtina keçeke ku girîngiyê dide futbolê yan jî ku pir jê hez dike, gelek kesan matmayî dihêle, nemaze di dewletên Ereb de. Sara Kirêmî ji keçên Mexribê ye ku li pey xewna xwe ye heya ku pêk tîne, ji ber vê wê werzîşa herî navdar li cîhanê bo xwe hilbijart.
Futbol ne tenê ji bo mêran e
Sara Kirêmî ya 25 salî ku li bajarê EL-Mihemediyê yê Mexribê dijî wiha dibêje; “Gelek kes texmîn dikin ku futbol tenê ji bo mêran e û ji mêyîtiya jinan kêm dike lê ev ne rast e, ji ber ku tu werzîşek tenê ji bo mêran an jîjinan tune ye. Di roja îro de jin dikarin li gelek cihan bi mêran re pêşbaziyê bikin. Futbol a her kesî ye, ger behremendiya me jî heye divê ku em wê bi pêş bixin.” 
Werzîş beriya bidestxistina kûpayan, berzkirina giyanê mirov e
Sara Kirêmî bawer dike ku werzîş beriya bidesxistina kûpayan, berzkirina giyanê mirov e û dibêje: "Ji zarokatiya xwe de ez ji werzîşê hez dikim lê futbol xwedî cihekî girîng e di jiyana min de.”
Bi bişirînek li ser lêvên wê, dibêje; "Hîn jî ew roja yekem ku ez wekî lîstikvan beşdarî pêşbirkek fermî ya fotbolê ya jinan bûm tê bîra min. Ew ji bo min rojeke dîrokî bû.”
Sara Kirêmî der barê destpêka xwe de dibêje; "Destpêk zor bû, ji ber ku ez di nav komek yaneyan de veguhezîm. Dema ku min dest pê kir, min alîkariyek darayî yan piştevaniyek teknîkî nedît, ji xeynî alîkariya kesên ku ji jêhatîbûna min bawer dikirin û ez fêrî prensîbên bingehîn ên werzîşê kirim. Destpêka min a fotbolê bi tîma Ciwanên Pêşerojê EL-Mihemediyê re bû û dû re çar salan li cem Nesîm Seydî Momin lîstim da ku ezmûneke din heya salekê bi tîma El Nisûr El Xidir re, Raja EL-Beydawî re bilîzim
Ji xewnekê ber bi profesyoneliyê ve
Piştî ku Sara Kirêmî bi gelek tîman re lîst, ew ber bi paytexta Îsmaîliyê, Meknesê ve çû da ku di nav tîma xwe ya herêmî de bilîze, ew şeş mehan derbasî tîma Komeleya Werzîşê ya Hisinyê, EL-Mihemediyê bû.
Di demsala 2010/2009’an de, ji hêla rêveberiya teknîkî ya niştimanî û dengderê niştimanî ve hat xwestin ku ew bi tîma Mexribî re bilîze, paşê wê berê xwe da bajarê Temara û li wir ew tevli tîma Tedamon bû. Piştî van hemû serpêhatiyan vegeriya bajarê xwe û bi tîma ciwanên EL-Mihemediyê re ku niha di nav refên wê de ye list.
Di şampiyoniya niştimanî de lîstina futbolê di tîmeke jinan de ji bo Sara Kirêmî xewnek bû lê xewnên wê di cihekî de nesekinîn li ser vê jî dibêje: "Israr û hêza min, ez ber bi profesyoneliyê ve birim. Ez hewl didim xewna xwe ya duyemîn pêk bînim.”
Armanca tîma xwe ye
Di yaneya tîma cimanên Mihemediyê ya jinan a futbolê de, Sara Kirêmî bi tena xwe 9 gol avêtin ku di encamê de tîma wê bi 15 golan li hemberî şaredariya Mekens bêyî tu gol bavêje, bi ser dikeve. Bi vî awayî jî wê di 15 pêşbaziyan de 29 gol avêtine.
Sara Kirêmî diyar dike ku werzîşa fotbolê huner e û jin bi xwezayiya xwe vê hunerê digrin nava xwe.
Der barê nirxandina wê ya futbola jinan de li Mexribê wiha dibêje; “Futbola jinan di gelek pêvejoyên zehmet re derbas bû lê di roja îro de ew bi awayekî baş bi pêş dikeve. Îro şert û mercên guncew bo jinên Mexribê peyda bûne da ku bi rehetî vê lîstika bilîze.
Divê malbat piştevaniyê bidin keçên xwedî behremendî
Sara Kirîmî dibêje; “Divê jin xwedî sebir bin û xwe perwerde bikin da ku bigihîjin tiştên herî baş û divê malbat di vê yekê de alîkar bin û piştgiriya zarokên xwe bikin. Di zaroktiya xwe de min piştgiriyek mezin ji malbata xwe dît, ew di her gavê de li kêleka min bûn. Ji ber vê malbat di vir de roleke mezin dilîze.”
Sara Kirêmî di dawiya axaftina xwe nameyek ji jina Mexribî û Erebî re rê kir û wiha got,jin dikare xewnên xwe pêk bîne,ew yek jî bi israr û karê cidî dibe. Em her kes xwedan behremendî ne,dibe ku ev behremendî bibe beşek ji jiyana me . Ez dibînim ku teslîmbûn di ferhenga jina Mexribî û Erebî de tune ye