Tîma futbolê ya jinan di maça xwe ya ewil de bi ser ket

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di maça xwe ya ewil a lîga super de bi ser ket.

Amed – Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ya ku di Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Turkcellê da têdikoşe, di maça xwe ya ewil de bi ser ket. Amedsporê ku di qada xwe de Atakaş Hataysporê mêvan kir, tîma reqîb 2-1 têk bir. Di maça ku gelek temaşevan beşdar bûn de bi coş derbas bû, tîma ku bi serketinê li qadê derket di dawiya maçê de bi temaşevanan re hat cem hev.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di koma xwe ya cih digre de, hefteya pêş bi Klûba Sporê ya Kireçburnuyê re bê pêşberî hev.