Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ji qadê serketî derket

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li qada xwe Ataşehir Belediyesporê 2-1 têk bir.

Amed-Di hefteya 10'emîn a Lîga Super a Futbolê ya Jinan a TFF'ê de Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li seha xwe li gel Tîma Futbolê ya Jinan a Ataşehîr Belediyesporê hatin hemberî hev. Maç li Tesîsa Sporê ya Şaredariya Amedê ku li Semta Seyrantepeya Amedê ye pêk hat. Tîma Jinan a Amedsporê bi golên Bûket Karadag û Dîanayê Ataşehîr Belediyespor 2 û 1 têk bir û di sehaya xwe de 3 pûan wergirtin.